serfître

Li pirtûka:
Pêkenînî Geda
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 8 Xulek  1204 Dîtin

ḧacî ’elî dewłemendêkî qurs bû, bazařî germ bû, neydepirja serî xoy bixurênê,

karî bewe baş bû ke wekû bezaz û çeqał û wirdefroş nebû. egîna her firyanedekewt. êsaş ke be taw lînge bar şitî defroşt be tenya pêřanedegeyşit. mîrza sałḧî xizmî xoy mangî be ḧewt dînar û nîw girtibû ke defterîşî bo bigrê, hatuçûy bankî bo bika, parey lay be qał û bezazekanîşî bo kokatewe.

ḧacî her çend serî zor qał bû, bełam xwa hełnagrê legeł eweş serî biçwaye nwêjî nedeçû. řojûy řemezanîş ewa hîç. pyawêkî wirya û ’aqił bû, ḧîsabî dinya û qyametî xoy baş dezanî. zor çak lêkî dabowe: řemezan hem zyarete û tîcaret. xwaşî lê řazî debê û jemî sî nîweřoş degeřêtewe. xwa neka dûr le gyanî ḧacî, xo qise lewe nîye pyaw her debê řût û nedar bê tades pêwe bigrê. pyaweke bazirgan bû, ehlî bazař bû. bazařîş cêgay defter û ḧîsabe. sermaye her çende zorîş bê, ke lêkî deytewe her fils kewtote seryek.

hemû filsêk le defterda cêgay xoy heye. bo małî ḧacî bew mexarîç û derçûne zorewe, sî nîweřoje be lanî kemewe deykird pazde dînar.

eme pareyekî kem nebû, kirêy dû mangî mîrza sałḧî lekoł dekewt, ya deytiwanî pênc şeş car bo sewda û mamłe pêy biçête beẍda. be kurtî řojûy mangî řemezan le hemû barêkewe be qazanc debû.

ḧacî mangî řemezanî be řêkupêkî girtibû. «teřawêḧ» y şewekanîş serbazî. le melay bîstibû herkes şukiranebjêr bê, xwa boy zyad dekat. ca boye hemû şewê be dem teřawêḧekewe ewendey zimanî hêzî têdabû şukirî xway dekird. xwaş lêy qibûł kirdibû, řojbeřoj beserîda řiştibû.

êwarey řojî 28y řemezan ḧacî le mizgewt nwêjî şêwanî be cema’et kird û be dem řêgawe wirde du’akanî xwênd. ke geyştine małewe. demî le axrîn du’a betał bû, bîsmîllayekî kird û destî kird be berbanĝ kirdinewe. noşî gyanî bê berubûy řencî şanî xoyetî weku «sunne» le şîrînewe paqlawey be nîwecwawî qûtda û řêzî lêgirt sê çwar şîley paqlawe be gerûyewe likaw henasey swar bû. be perdaxêk mastaw şordîyewe û kokeyekîşî bedwada kird.

řêga bo xwardinî dîke be tewawî kirayewe, pelamarî dewrîy qibûłîy da, qibûłîyeke be yarmetî bamye û goşt, baştir xoy kokirdekirdewe, be řeḧetî benaw perjînî řîş û simêłîda xoy dekird be demî ḧacîda û away ewdîw debû.

nawbenaw perdaxêk mastawî dexwardewe,«dûr le ḧacî û bernangeke» şifteyekîşî dekirde mezey. weku werzêřêkî lêzan başî sînîyekey kird. destêkî be řîşîda hêna. elḧemdulîla, xwaye şukirî to. řoykirde xêzanî:

a xêrake çayekim bo têke, ba firyay cema’et teřawêḧeke bikewm.

ḧacî jin - serpoşî nwêjî şêwanî beserewe bû- pyałeyek çay bo ḧacî hêna:

ḧacî! erê serfîtret qebłanduwe?

ya řebî xwa cezay bexêrit bidatewe afret! ça bû webîrit xistimewe. hawar be małim! şeytanî mel’ûn be hemû fêłêk xerîke řenc be xemesarman ka. wextabû nwêj û řojûkeman be xořayî biçê. dełêy çî ba serfîtreke bideyn be mîrza.

ḧacî jin: mîrza sałḧ pyawî xote. cige lewe me’aşîşî heye. le kwê serfîtrey pê deşê?

ḧacî jin: deyca yek dû dînarî cêjnane biderê, hem xêre û hem pyawetî. serfîtrekeş bide be misteḧeqêk.

ḧacî: to bem desbiławîye le cêgay min bwayey, ne min debûm be ḧacî ’elî, ne toş be ḧacî jin. min hemîşe mîrza sałḧim lebîr buwe. çakeşim legeł kirduwe.

dełêm emeşî le zyadî bideynê.

ḧacî jin: başe, wabke, min manî’î xêrî to nabim,

ḧacî: řûykirde kuře gewrekey, ewřeḧman a řake, mîrza bang ke.

mîrza sałḧ hat, bedengêkî nîwenûsawî xefetawîyewe siławêkî kird û lay xwarewe danîşt.

ḧacî ke leber cema’etekey be pele bû, le layek řûykirde mîrza sałḧ û gutî demewê serfîtrekey emsał bidem be to, le layekî dîkeşewe bangî kirde ḧacî jin: fatê, a xêrake, nêzîkey dû hoqe genim bêne.

ḧacî jin: genmiman nîye, her birinc le małewe heye, birinc debê?

ḧacî: ferqî çîye? ewîş zewade. xêrake. dû qote birinc bêne!

mîrza sałḧ: na’îlac nebwayem werim nedegirt, pyaw ke naçar bû xêr û sedqeş qebûł deka!

ḧacî: dûr le to, mîrza, to xwêndewarî. şitî wa mełê. ’îlacî çî? saẍ û selîmî, mangî ḧewt dînar û nîw me’aşte. şukirî xwa bike. birîncyan hêna. ḧacî mîrza sałḧî bang kirde pêşewe:

ewa ew birîncem da be to le serfîtrey emsałeda ke xwa leser minî ferz kirduwe. mîrza sałḧ gutî: ewa qibûłim kirdu damewe be xot be qerz. birinceket ḧewt car le serfîtrey ḧacî û ḧacî jin û sê kuřeke û dûkçekeyan le beynî ḧacî û mîrzada destawdestî kird.

ḧacî hesta biřwa bo cema’et, beser pêwe gutî:

ser fître be zyadewey danêy baştire. bo mîrza sałḧîş be zaye naçê. daydenêyn her serey be řub’êk, dekate dû dînar çarekî kem. ḧacî çû bo cema’et. mîrza sałḧ xerîk bû biřwa. ḧacî jin be zor gêřayewe û çayekî bo têkird. ḧacî jin eḧwałî mindałekanî mîrza sałḧî depirsî. mîrza sałḧ şaş û waş wełamî ḧacî jinî dawe. zyatir bîrî le parey serfîtreke dekirdewe; çonî xerc kat beşî kasecêjneş bika û cêjnaneyekîş bo jinekey û mindałekanî bikřê. çayekî xwardewe, maławayî kird û řoyşit.

beyanî mîrza sałḧ wekû hemû xełkî bazař dełîn «miḧelekey» kirdewe. geskî daw defter û şitî xoy amade kird û danîşt. tawêkî pêçû, ḧacî peydabû.

ḧacî: mîrza, ta zuwe û serman qał nebuwe, dest dere qełemeket ba ḧîsabî xoman bikeyn.

mîrza: ḧîsabî çî?

- çon ḧîsabî çî? to dû dînar çarekê lay min heye.

- başe, îtir eme ḧîsabî dewê?

- to dełêy emřo hatûyte bazař çon ḧîsabî nawê? hemû şitêk ḧîsabî dewê. biraman xirayî, kîseman cyayî.

mîrza: başe, dey fermû. eme qełem û kaẍez.

ḧacî: binûse dû dînar çarekê kem.

mîrza: ewa nûsîm.

ḧacî: dey min çîm lay to heye?

mîrza: wełła nazanim. le bîrim nîye to hîçit lay minewe bê.

ḧacî: to lebîrit nîye, min le bîrme. zistanê qonderkanit diřabû. dûkaneket pîs dekird. cûtê qonderem dayey. qeynaka, ba leber to be dînarêkî danêyn. binûse dînarêk.

mîrza: bo çî be çendit kiřîbû, wa be konîş be dînarêkî leser min ḧîsab dekey?

ḧacî: kakî xom to ehłî bazařî. le bazař qise lewe nîye be çend kiřawe, qise le nirxî řoje.

konî çî û şitî çî! taqe zistanêk le pêm kirdibû. hêşta taze û nwê bû.

mîrza: debaşe, ewa nûsîm dînarêk.

ḧacî: ew řoje ḧacî fetḧułłay pênciwênî sindûqe çakey lêkřên, çarekê çay nimûnet řişt. ewîş sêsed filsimîrza: çareke çayekem ko kirdewe û kirdime sindûqêkî.

ḧacî: ko kirdinewe y çî? nextêkit ko kirdewe. ewekey têkeł xak û dixoł bû,

geskit lêda. qeynaka binûse dû sed fils.

mîrza: dey başe eme dînarêk û dû sed fils.

ḧacî: textey dû sindûqe qunderet birdewe kursî pê dirust key. ewîş yekî nîw dînar. binûse dînarêk.

mîrza: to dełêy be nirxî řoj. êsta textey sindûqe qonderet çend dekat?

ḧacî; ewsa zistan bû zyatrîşî dekird. başe benirxî emřokey dadenêyn. binûse heşt sed fils. eme buwe dû dînarî tewaw.

mîrza: bełê tewawe.

ḧacî: to dînarêk û ḧewt sed û penca fils parey fîtret lay min heye, ewe le dû dînareke derke. to řub’êkit dekewête ser. ewîş cêjnaney em cêjnet bê. êtir bê ḧîsab.

mîrza «be zerde xeneyekewe»: ca boçî bew řub’e dînare serfîtrey sałêkî dîkem lê selem nakey?

ḧacî: ḧîsabî sałêkî dîke wextî dekeyn. êsta çon bê cêjnane û be destî betał dêłim le miḧel derkewî?