xemłî pemû

Li pirtûka:
Pêkenînî Geda
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 8 Xulek  1582 Dîtin

hawînî sałî 1956 bû, xaneqa çoł û huł bû, zewî xwa dezanê bo carî çendem le řoj nêzîk debuwe û tîşk witînî zyatrî le xor û werdegirt. werzêřekan weku hemû hawînêkî dîke be îş û karî kiştukałewe seryan qał bû, neyandepirja serî małî şêx biden. eger derfetîşyan bibwaye, leber ewe ke nuxşe der nehatbû, le řûyan nedehat be destî xałî û betał bêne zyaret. perdey kişumatî beser xaneqa û małî şêxa kişabû. le şew û řojda tenya pênc car dengî bangî sufî qadrî hewramî gomî bêdengîy nextê deşłeqand. le cyatîy «xem û tehlîle»y sufî û zikir û defî derwêş, mêşûlekan ke le birsana ałozabûn, têkdehałan û wîzewîzyan bû.

şêx pêş nîweřo û êware ta nêzîk bangidan ya le ḧewşey xaneqa pyasey dekird, ya leser kursîyekey ke le heywanî xaneqa be taybetî bo danrabû dadenîşt û denkî tezbêḧekey degêřaw, dyar bû bîrî le dahatî payzî par dekirdewe ke çende bû, we emsał çende debêt.

mela celal ke eger nwêj kała bwaye dekira biłêyn kirêkarî dînî bû, mangî be pênc dînar bo pêşniwêjî be kirê gîrabû. weku kirêkarî destemo ke çawî le demî xawen kar bêt û wiryay wext û katî kareke bê, goyî lewe nebû kes heye le piştyewe nwêj bika yan na, legeł dengî bangeke desbecê dexza mêḧrabeke. sufî qadrîş ke nwêj beşêkî girîng bû le desmaye, ya baştir biłêyn «dem maye» y jyanî, le piştyewe. mîrza ’elîş ke kiřêwe pêç bû debû sêhemyan. bełam şêx ya weřez bû, ya be pêwîstî nedezanî, ya beşkim le małewe نۆێژی dekird, lew wexteda nedehate xaneqa.

mela celal û sofî qadir keqametyan bo yektir destandewe, le heway deng û xawîy demyan derdekewt her ewende bû erkî xoyan becê degeyand, egîna hîç le şanyan xoş nebû. mîrza ’elîş weku řeşayî leşkir wabû, le nwêjkerêkî sade bewlawe řołêkî yarî nedekird.

ew xaneqa wiřaq û gewreye be sê kesewe, le katî cema’etda weku ḧemamêkî qedîmî wabû ke ḧemamçî û awgêř û yekêkîş bexêr xoyanî têda bişon, we ew řojane dyarî û sewqamêkî bo şêx û xetim û tehlîleyekî bo xwa têda nebû.

pêş nîweřoyek sofî qadir weku hemû řojê ḧewşeke û heywanekey gesk dabû, awpiřjênî kirdibû. kursyekey şêxî xawên kirdibuwe. řawêstabû şanî dabû be laşîpanî derkî małî şêxewe.

şêx hate derewe:

sofî qadir çi base?

sofî qadir «be şêweyekî nîwe hewramî»: selametî û seru şêxî. naşukirî nebu xaneqa çołen. şêx hat leser kursîyeke danîşt û çawî biřîye dergay ḧewşeke. kutûpiř mela celal beşan û ’ebawe xoy kird be jûrda, wa dyarbû dwênê nêwarê mangî dîbû.

şêx çaweřwanî hatnî xełk bû, nek hîy wekû mela celal ke cige lewe xêrî be nawçawewe nebû, řeng bû daway manganeş bikat. şêx ke eḧwałî pirsî û xoşhatnî mela celalî kird, le bîçmî wa derkewt le diłî xoyda dełî xoyda dełê:

kabra to pêşniwêjî xaneqay, debê le warîdatî řojaney xaneqa paret bidřêtê. xaneqaş em řojane çoł û hołe. îtir çît dwê, nabê nextê aqiłit bibê?

lem kateda sofî namîq ke çakî kewa şořekey kirdibû belada û benexwênekey beser derpê sipîye çiłkinekeyewe taqmanecûtî dekird, ewende be pele xoy kird be jûrda, le bîrî çû atekî kewakey dadatewe. şêx ke çawî be sofî namîq kewt, temumjî nawçewanî nextê řewî, bangî kird:

sofî namîq be xêrêy, xêre şukir?

sofî namîq: bexwa qurwan meger hîmet pîran firyam kefê! xêrî çî?

şêx heqî bû hatnî sofî namîqî pê xoş bê. mirîdêkî be soz û muxlîs bû, xizmetî xaneqay zor dekird, hîç katê be destî xałî nedehate zyaret.

«hîç nebê dînarêkî hênawe mela celalî pê bêdeng kem. xo eger hîçîşî nehênabê, dîsan her qeynaka. hawîne, nuxşe dernehatwe» dar eger sałê berî nehêna: naşê bîbřî».

sofî namîq serkewt, siławî kird û destî şêxî maç kird

sofî namîq, be xêr hatî. xoşî şukir?

qurwan xwa xoşt ka. le sayey xwawe û hîmet û bereketî şêxewe?

mał û mindałit çonin?

qurwan, destekanit maç eken.. xizmetkarin.

şînawerdeket çone, nuxşe derhatuwe?

ay qurwan nuxşey çî? xozya her nebwaye. emsał pemgekeman heraş bû, be xaw û xêzanewe têy wirûkayn. çend mang kwêrewerîman le tekya dî, ewa îse giştî bûge we hîç.

meger xot hîmetêkim bo bifermûy, penam hawridge ber xaneqa, ta çarem nekey nařomewe.

şêx «be şêwey demî sofî namîq» : sofî namîq, bêje xwa kerîme ewende qurse gişt pemgekey bemê înca řizgarim tê. ewa xom xistige xaneqa. bexwa eşê hîmetêkim bo bikey. şitî wa çon nebê? axir xemłîş řêwşiwîn û qa’îdey xwî heye.

qurwan şiłe û qułey beg kwa gwê edene řipoşwîn û qayde?

lew keteda sofî qadir bangî nîweřoy da.

şêx: xase, sofî namîq xase, îse denêrme lay zorawbeg. mela celal! toş meřorewe.

cema’eteke biken. legeł sofî namîq lew ḧucre danîşe, lêre qawełtî bike.

dway qawełtî şêx hate derewe: sofî namîq řeşîdim narde xizmet zoraw beg êsta dêtewe. xwa kerîme.

sofî namîq: ay xwa bimka weseyeqet. ay bim wequrwaneket.

tawêkî pêçû sofî řeşîd hatewe.

şêx: adey sofî řeşîd, zorawbeg gutî çî?

sofî řeşîd: qurwan, çûm, fermayştekey cenabtim be zorawbeg gut, zor selamî ’erz dekirî.

’eleykeselam. xwa karî řast ka. dey îşekey sofî namîq bû be çî?

’erizit dekem «çuwe pêşewe, şitêkî be gwêçkey şêxda sirkand».

tumes zoraw beg gutbûy şêx ewende řûneda bew miskênane. axir xoşî xawen mułke.

emane řûyan bikirêtewe hîç be xoşî naden.

şêx řawêjî demî gořa. gutî: emane pyawî dinyan, her leser tema’î xoyanin, bîryan belay qebir û qyametewe nîye, tikay ême nagirin. biço bizane beşkem letek wekîlekeya řêk kewî.

sofî namîq: qurwan řêkkewtinî çî? kawra êjî beraze. gişt pemgekey gerek.

şêx: sa bêjin çî? zemane xirap buwe. zołmet dinyay dagirtuwe. xwa řeḧim be îmanekeman bika.

sofî namîq: bîm wequrwaneket. xas efermûy. axir zemane. eme pênc mangî řebeqe be xom û be mindałekanmewe řenc edeyn. îse gişt pemgekey bemê, eme çîye xemłî kirdige?

şêx ’îlac nîye sofî namîq. zemaneke xirap buwe. xwa xiraptir neda.

sofî namîq: ya şêx kewase, bêje «to fermû, ême myaw».

mela celal wîstî sofî namîq têbgeyênê le řûy şêxda qisey wa neka.

gutî: sofî namîq, eme manay çye? sofî namîq leber peroş û pejarey xwî tênegeyşit

mela celal mebestî çîye?

gutî: mamosta, zû here zû genc bûm. ewsa germyan û kêwsanman ekird, hawînan eřoyştîne serşîw seqiz, kawrayê seqzî bû nawî lalo hewas bû, aşnaman bû, mamełeman le tekya ekird. řojê hate war gekeman řon û xurî lêman kiřî. sozî řon û xuryekem bo birde seqiz û mîwan bûm. şew xêzanekey sînî bo hawirdîn, goştawî lênabû, nanman tê wiłî, kitke bor peyabû. destî kird be myawmyaw. xawen małeke parûyekî bo hawîşt, gurc qostyewe û, dîsan myaw!

parûyekî tirî hawîşt, kitke bor emîşî qostewe û dîsan myaw! ewendey parûy bo hawîşt, wazî le myaw myaw nehêna û neyhêşt nanekeman bixoyn. lalo hewas sînyekey hełgirt û naye berdemî kitke bor û gutî:

kewase to fermû, ême: myaw! sofî namîq destî maç kird û řoyşit. be dem řêgewe deygut:

hezar qeza û qeder bê, pemgî xomî nademê...

mela celal lay wabû sofî namîq şitêkî bo hênawe, be derfetî û gutî:

qurban! şekir û çaman nemawe. mangakeman pê kerem nafermûy?

şêx xwî le qisey mela celalîş gêl kird û gutî:

zorawbeg heqyetî. biřwane, em xełke dełêy şeytan dersî dadawin, qiseyan çend řeq û naxoş buwe. axir zemane, xwa řeḧim be îmanekeman bikat.