îmşew min giryam, xerûs kerd nałîn

Li pirtûka:
Dîwanî Bêsaranî
Berhema:
Bêsaranî (1643-1702)
 1 Xulek  1307 Dîtin
îmşew min giryam, xerûs kerd nałîn
sub ew bê nîşan min zux ce bałîn
giryey min ce dax dûrîy kesê bî
ew ce derd bê bak weş nefesê bî
ne soza be soz ne be demewe
nama nepersaş ew be xemewe
wêney bê derdan ser we xak xeyał
ta sub min giryam nezanaş be ḧał
bê derd bê derdîş ew sa dyar da
nałeş bê perwa ama be şar da