şa’îr û şêx û xwace derbederin
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
2 Xulek
1392 Dîtin
şa’îr û şêx û xwace derbederin
le qisey bê netîceda demirin
basî zulfî dirêj û çawî bexew
nebřawe buwe tiřî xusrew
qeyd û tezbîb û ḧaşye û î’rab
hemû ba birdî bûne mewcî serab
sefer ender weten çi kełk degrê
seyrî nakey şemendefer defřê
be qisey sade birsî têr nabê
’emele ’îzzî dîn û dunya bê
asnî sard be fû nerim nabê
be tiřanîş ḧemam germ nabê
telẍirafîş telêke bêmaye
muxbîrî řûyî kullî dunyaye
cewherî ferdî ew mucezza bû
ya nebû, ḧasłî çi peyda bû
giftugo ḧasłî hemûy baye
’emelyate nanî têdaye
’ulemaman be qewlî bê ser û pa
pakî xinka le beḧrî wişkî hewa
sen’etêk fêr nebûn le paş teḧsîl
seyrî çon bo menahî bûne delîl
yek be yek bûne xaynî dewłet
xaynî mułk û duşminî mîllet
ta te’înatî kor û lał mabû
le gelê dêyekan melay ça bû
ew duwane be řeḧmetî xwa çûn
şarekan bê mela û mudeřîs bûn
bełê waye le elzemî eşya
ewwelen xwardine, duwem sukna
sêyemî setrî ’ewrete enca
meşẍeley la îlh îlّa alilّhErebî
piştîwanî bînay şer’î metîn
şîr û bexşîn û xameyî řengîn
bew şeşe dîn muḧafeze dekirê
yekê mird lem şeşane dîn demrê
’eceba bo çî ehlî mułkî ’êraq
îttîfaqî bedel deken be nîfaq
bo emîranî ẍeyre debne gizîr
nek le xoyan yekêkî bête emîr
êstekeş firsete gelî yaran
kepenek bo çîye le paş baran