silam alle minî kil yum

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 3 Xulek  899 Dîtin
silam alilh minî kil yumErebî
le esḧabanî saḧîb ẍîret û dîn
le bê ’arî hemûyan kewte yadim
řimûzî îttîfaq û îttîḧadim
leber dûrî le eqran û le emsal
le kurdanim depirsî zirb alamsalErebî
lebo em yek dû eş’arî řeş û řût
heta peyda bû řoḧim geyye ser lût
defermûy em ’ezabe boç dekêşî
çi melzûme eger çawit neyêşî
quřî kwê kem beser xoma le ẍurbet
xewm nayê le daxî mułk û mîllet
eger wek min xeberdar bin le dewłet
le ḧeyfan xo dexnikênin bebê pet
çwar milyone kurdistan nifûsî
be qîssey ehlî texmînî ke nûsî
hemûyan şêrî bêşen ḧatemî cûd
le şeřda kêwî cûdîNava taybet û beḧrî memdûdNava taybet
welakîn faydey çî herc û mercin
le de’wada legeł yektir be mercin
le gwêy ga nûstûn herçende şêrin
wekû kerwêşkî çawřamaw û kwêrin
ewî e’laye serdestey şikare
ewî ednaye bestey zulfî yare
ewî azaye şehname dexwênê
ewî miskêne genim û co deçênê
emane bê şi’ûr û gêj û wêjin
mutî’î lotî xwêřî û herzebêjin
kuřêkî wa nebû hestête ser pê
bizanê xełqî çon kewtûne ser řê
bika seyrî cerîde û ḧałî mîllet
kitêbî taze û te’rîxî dewłet
bizanê ta çi qewmawe le etraf
serapa agire etraf û eknaf
eger karêk neken lem beyneda zû
memalîk katekî zanît le dest çû
gemî seḧra û derya dête cewlan
be ẍeyrî pêkuřey fewcî swaran
be terxanî beser naçê, lemewpaş
le her lawe detanhařn wekû aş
le jêr pêda deçin ḧeyf û mixabin
geda bin êwe, duşmintan be şa bin
be ẍeyrî řomîNava taybet û îngilsNava taybet û řûsîNava taybet
bê ḧeddin dewłetan nawyan binûsî
le cêy xoyan hełsitawin be ẍîret
le dinya nawî xoyan nawe dewłet
serapa saḧîbî sikke û supahin
wekû cem saḧîbî text û kulahin
le tedbîrî umûrî mułkî xoyan
şerîkin pînedoz û şah û gawan
le her weqtê yekêkî bête hawar
le cutyar û şwan û ehlî bazař
le coşîn û le nêşa mêşî hengin
be min çî kafirin ya ne ferengin
wekû bîstûme bo def’î mesa’îb
eme tedbîrî kurt û fîkirî sa’îb
le deşt û dê û wîlayet bibne eḧbab
wekû şexsêkî waḧîd bin le her bab
le botanNava taybet ta bebanNava taybet û serḧedî řeyNava taybet
le ewlatir weha noş bête ser dey
bibîne yek le te’lîm û le nûsîn
cil û berg û zuban û řesim û ayîn