tacî bisim alilh alirḧimin alirḧîm
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
4 Xulek
1423 Dîtin
tacî bisim alilh alirḧimin alirḧîmErebî
name ser bo def’î şeytanî řecîm
macerayêkim heye bê bêş û kem
hîç diroy tê da nîye ba bot bikem
banîy notaqî qubbey bêstûn
ke’bekî bo ême kirde řênmûn
qasîdî peyẍamî fermûy: min yinîErebî
misicda yibnî lih bît kimaErebî
baz fermûy serbeser řûyî zemîn
mescîde bo zîkirî rib al’almînErebî
ye’nî her małê kira bê bo xuda
ke’beyî ’ulyaye bo zîkir û du’a
şikłî tekye û xaneqahî şêxekan
waqî’en řengîne emma bo řyan
lem hemû şêx û murîdaney řya
ferdekî naçête mizgewtî xuda
mescîd û mîḧrab û mînber bêkese
her mepirse ḧałî çone medrese
şeyxena ger em qiset nayête gwê
seyrî wa çołe kerî têda bigê
nakirê bem hay û hûye def’î řûsNava taybet
her wekû şêxî buxaraNava taybet û endelûsNava taybet
mîslî êwe pałyan da be du’a
axîrî kafir be řîşyanda řya
piştyan da hîmmet û şeyx û xetî
ta feřansizNava taybet pakî kirde mîlletî
merqedî eqtab û qubbey ehlî řaz
bote cêgey gagel û mołgey beraz
hîndNava taybet û daẍistanNava taybet û qazanNava taybet û qezimNava taybet
xêweNava taybet û hîndNava taybet û buxaraNava taybet û xwařezimNava taybet
yek be yek wek êwe bûn û zêdeter
serbeser bo barî kafir bûne ker
mu’cîze û keşif û keramat û du’a
bo çî neybû fexrî ’alem mistefa
cîsmî nûrîn û didanî gewherîn
ew şika, emyan buwe cêgay birîn
sebḧe û mîswak û xerqe û teylesan
bûne pabendî cîhadî ẍazîyan
em hemû şehbaze bûne kundebû
xełwekêşan û çile sûdî çi bû
seyrî nakey tayfey ew şêxekan
wek seḧabe û ’adetî pêşînyan
řût û pêxawis be zergêk û metał
bawkî bo dû pûl derdeynê le çał
qesrî dîn, binc û binaẍey meḧkemî
şîr û tîre dîrek û taq û xemî
musbete fermûy ḧebîbî kîbrya
min nebîy şîrim le meydanî weẍa
gułşenî piř mîweyî baẍî me’ad
wa le jêrî sayeyî tîẍî cîhad
kê gutî: mîswake tîrim ya ’esa
nêzeme gurzî giranim munteşaNava taybet
ya kemendim řuşteye, tîẍim teber
post û keşkoł û defe û tac û kemer
kam ḧedîs û ayetî mu’cîznuma
hatuwe bo řeẍbetî řeqis û sema
em îşarate be cêgaye û be řê
nek wekû çawbeste teřkî bin beřê
darî dinya her kesêkî têy geyî
mîweyî xamî heye û mîwey geyî
pendî min xamî dezanin xamekan
şîrin û puxtey dezanin puxtekan
takî dunya maye puxtey her heye
lem ker û xamey ke hen bakim nîye
ba biłên: em şête qeḧbe mirduwe
çend weřîwe, çend wiřêney kirduwe!
ḧeq te’ala waqîfî eḧwałme
xalsaً lilhîErebîyih terqîmî eme
beytekan ’eybî meken xwar û keçin
meqsedim lem bend û bawe derbiçin
wernê em dunyaye nefsî nefsîye!
ger le ber êwe nebê bakim çîye!
min le tofana beřî xom derdekem
wa mezane damenî xom teř dekem
êste herçîm pê biłên ’eybî nîye
çunke însan ’îlmî ẍeybî pê nîye
axîrî çî weḧşîye małî debê
cahîlîş ew řoje dê ḧałî debê
em qise ba lêre bê mandî bûm
bot bikem basêkî boyan kirdûm
pêy gutim: eḧbabekî saḧîb ḧeşem
serguzeştêkim heye ba bot bikem
bazî xew îmşew leber bê hemdemî
bû be nesrî asmanî ḧewtemî
zaẍekey şew baweşênî şapeřî
şem’ekeyî kujandewe weqtê fiřî
beyzekî cêma legeł derkewtinî
asman zerd û sipî bû damenî
mahî bê mîhirim le derga hate jûr
matem û şîn û xemî kirdim be sûr!
kurt û kirmancî ke girtim be řeza
xistim û baqî wekû beytî řezaNava taybet
çunke zanîm îş ke kewte giftugo
bê ser û pêye wekû çewgan û go
axrî nayê wekû řûbar û çom
ya şeřecwênî lenêw xeřřat û dom
çî pyaw bê tê dega řomî çîye
basî řimbazî û swarbûnê nîye
îttîfaqî diłberêkî bê keder
ḧacîNasnava edebî enwa’î lîbasî kirde ber
bê cyaz û mareyî deyda be şû
lem hemû kurdane daxwazî nebû?!
’aqîbet deyxiwazin emma ew demî
pîr buwe, nazê kel û kome demî
ew zemanî bûne ardî nêw diřk
pareyek naka dû sed car bête řik