mematim ḧeyate, ḧeyatim memat

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1513 Dîtin
mematim ḧeyate, ḧeyatim memat
ke lêm tund debê ew demî îltîfat
lebî «nazenîn»y be xettî «celî»
le «îran»ewey girtuwe ta hîrat
«’umir gunbetî» lezzetî datepî
«tektełû»y şika zînî espî ḧeyat
tema’im bo dunya û ’uqba bixom
emim çû le dest û ewm bo nehat
le ẍurbet be şahî le bîr nakirê
zemanî cwanî û yadî wiłat
le «quşxane»we ta demî «îçqeła»
le «bayzaẍe»we ta meḧelley «qełat»
hemû xizmî xomin dezanim dełên:
le bê ḧurmetîman bû ḧacîNasnava edebî hełat!