mematim ḧeyate, ḧeyatim memat

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  1512 views
mematim ḧeyate, ḧeyatim memat
ke lêm tund debê ew demî îltîfat
lebî «nazenîn»y be xettî «celî»
le «îran»ewey girtuwe ta hîrat
«’umir gunbetî» lezzetî datepî
«tektełû»y şika zînî espî ḧeyat
tema’im bo dunya û ’uqba bixom
emim çû le dest û ewm bo nehat
le ẍurbet be şahî le bîr nakirê
zemanî cwanî û yadî wiłat
le «quşxane»we ta demî «îçqeła»
le «bayzaẍe»we ta meḧelley «qełat»
hemû xizmî xomin dezanim dełên:
le bê ḧurmetîman bû ḧacîPen name hełat!