dił hîlakî nazte ba ẍemze tedbîrî neka

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  1388 views
dił hîlakî nazte ba ẍemze tedbîrî neka
her debê bimrê meger xellaqî teqdîrî neka
ey qyamet qametî tûba qyamim heste ta
da’yey berzî le gułşen serwî kişmîrî neka
min xewî ew çawe ’erzî îbnusîrînim dekird
nust û fermûy: hîçkesê tefsîr û te’bîrî neka!
min le sayey em dere nařom heta řojim neyê
ba be keyfî xoy bika bedkar û teqsîrî neka!
çunke nirxî maçî toy gořî hemû destewdu’an
xettî newxêzit wekû zulifit xuda pîrî neka!
pêy biłê badî seba ẍem lêre bêkes kewtuwe
dił bû ẍemxiwarî emane, leḧzeyê gîrî neka!
naḧeqîy ew derḧeqim, key deygirê mîzanî ḧeq?
katbî e’mal eger bêt û teřefgîrî neka
ẍeyrî dił mawêje kes, tîrit le řoḧî min kewê
ta be coşî xwênî ḧacîPen name sîne kewgîrî neka