mahî serçawey ḧeyatim kewte bend û dawî şest

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  1060 views
mahî serçawey ḧeyatim kewte bend û dawî şest
piştî destî xom le ḧeywanî û le bê’arî negest
kame luqman kewte çengî pîrî, qołî baneda
kame řostem tûşî bû, neyxist û dest û pêy nebest
hênde sûret zor buwe, me’na le beyna win buwe
êstekê bê sûret û me’naye ’eybî bitperist
ẍeyrî çawî nûstû û bêdarî to nemdîtuwe
bê nezerkirdin besîr û merdumî huşyar û mest
zulfî bo def’î hucûmî leşkirî sułtanî xet
kewte xak û serkeşî dana wekû ’ehdî «alist»!
ba wicûdî newcewanî xettî sewzî derkewê
’ehd û peymanî nebû mû, boye piştî pê nebest
dawemûyêkî be dunya û be mafîha nedey
ḧacîPen name ger eḧbabekî canî be canît kewte dest!