feryadim we ton

Li pirtûka:
Dîwanî Mewlewî
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 1 Xulek  816 Dîtin
feryadim we ton ...
hana hey azîz feryadim we ton
derdim giranen, ełwedam bêşon
şîfam întîzar meylî bałay ton
reḧmêker we dił xestey zareket
bidye we řuxsar bêqerareket
zerdim, zayîfim, bêxurd û xwabim
sergerdan û] wêł bêsebir û tabim
xorakim xefet, jînim meyneten
we mergit ḧeyat we lam zeḧmeten
mer to we řeḧmet bêpayanî wêt
we lutif û kerem numayanî wêt
camê cew badey wesłî dîdarit
cew qehqehey mey şîşey řuxsarit
be wêney caran sa pêm derewe
’îsewî asa îḧyam kerewe