zemane řesmî caranî nemawe
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
1 Xulek
1726 Dîtin
zemane řesmî caranî nemawe
çiraẍî nazim û munşî kujawe
le dewrî ême řoman û cerîde
egerçî meqsede, zanînî bawe
eman qedrî bizanin em kitêbe
le dinya êstekî hemtay nemawe
le eyyamî ḧeyatî şêxî xanî
leser nusxey xetî ew nûsrawe
le lay erbabî xoy bo qedir û qîmet
xezêney gewhere û kîsey dirawe
le mecmû’î duwel soran û botan
le sayey em kitêbe nasrawe
le kurdan ẍeyrî ḧacîNasnava edebî û şêxî xanî
esasî nezmî kurdî danenawe