awabûn û bûmelerze

Li pirtûka:
Afat
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 15 Xulek  2799 Dîtin
awabûn bû.
ey şefeqî le xaçdirawî cestem û mangî kujraw!
awabûn bû.
wek zerdepeřî «gataNava taybet»kan le perisgey řûnakîda.
wek pûkepûkî dirext û,
wek bînayîy daruberd û
somay kêw û nîgay hewr û çawî řêwban
wek agirdan
wekû daykim
hemû kelepokan giryan!
ẍezay serbiřînî şax bû, ẍezay řoḧim, ẍeza, ẍeza
ẍezay derûnî darbeřû
ẍezay befir û
ẍezay wişem
ẍezay gułcařî awêstaNava taybet!
lêşaw bû, lêşaw bû, lêşaw
lêşawî pêkenînî lim,
qaqay řim û qaqay def û qaqay tepił
lêşawî xołî byaban:
le heřetî teputozî serkewtûda!
lêşawî dûrgey nefrîn bû
le heřetî xwêncimanî şîr û şimşêrî leşkirda
çawekanî xoşewîstî
çawî nestiman
wek qutîlke kizekanî ser taşeberdî ateşge
kujanewe û bû be ahengî xelîfe û
cejnî fetḧî kafiristan.
ẍeza bû, ẍeza bû, ẍeza
awabûn bû le beyanda
hełqirçan bû lenaw befra û
befranbar bû le dozexda û
dozexîş bû le beheştî tazemanda!
ferman fermanî seḧra bû.
ferman fermanî asin bû
fermanî bawik, fermanî tîr, fermanî şîr
awabûn bû.
awabûnî ’eşq le merga û merg le ’eşqa
«şîn û şepořî baran bû»
awabûnî leş le temda û tem le leşda
«germeşînî daristan bû»
hestane serpêy ziryanî zerdî lim û
çokdadanî çyakan bû
awabûn bû
xorinşînî bangî muẍ û
pijanî şî’ir û goranî û
twanewey êskî hetaw û
hełwerînî seruqjî diłdaran bû
awabûn bû
xerendekan piř bûn le termî dargiwêz û
piř bûn le sikłî kujraw û
piř bûn le gułî cwanemerg
bêşeyek şimşêr ecûłê û dête pêşê
awabûn bû
kanî wek mindał etirsê
pyaw wekû çya etirsê
mêjûyş wek dirext esûtê
bêşeyek şimşêr ecûłê û dête pêşê
ẍeza bû, ẍeza bû, ẍeza
aw leser tawêr xoy ekuşt
dabřan bû, cwêbûnewe bû, dabřan bû
daçořanî dwa tinokî zerdexeney gataNava taybetkan bû.
řinînewey dengî şax û
biřînewey řengekan û
dabřanî kat le şwên û şwên le kat bû.
bêşeyek şimşêr ecûłê û dête pêşê.
gunahe bestezmanekan, pole bałindey werîw bûn
pole hewrî řengipeřîw bûn
xoyan xizane baweşî şimşêrewe û
bûn be tirsêkî řwawî baxçey beheşt
bûn be kenîzekî şew û
bûn be ẍîlamanî yaweran
kujanewe destî pêkird!
le seranserî em kafiristane cwaneda,
le seranserî em azare şoxuşengeda,
bałindeyek nema kwêr nebê
hewrêk nema nezok nebê.
baxêk nema îflîc nebê
le seranserî em behare xwênawyeda:
herdêk nema wek ẍenîme sewzîy leber danekenrê
gumêk nema wek ẍenîme şînîy leber danekenrê
awabûn bû
twanewe bû
dabřan bû
 
ewey bîstitan: ewe dengî cestey min bû.
ewe zirîkey memkim bû. qîjey bejin û gerdinim bû
ewe hawarî mergim bû. le heřetî dařmanda
ewey bîstitan: dengidanewey yekem ẍezay
yaweran û pyawçakan bû lenaw leşma.
ewey bîstitan: dengidanewey xwênî ’uzir û
dwa çexmaxey kiçênîm bû.
ewey bîstitan: girmey kewtinî serim bû.
şiłpey naxim, hajey řoḧim, zengî naxim.
ewey bîstitan qirmejnî nuşustîm bû.
min kiçe çawsewzêkî mîdyaNava taybetyim
nawim«nahîdNava taybet»e
şerabî gataNava taybetkan le nawekem eçořêtewe
min be nêwî «nahîdNava taybet»y xwawendî cwanî û mîhrewe nawniram.
gełazeytûn çawme û çawim gełazeytûne.
bałam kiłpeyekî kełegete, gerdinim kêlî řewezane.
ew şewey ledayk bûm
mang le derbendî pîremegrûnNava taybetda qetîs mabû
mang be hanay mezdeNava taybetwe hatbû.
ew şewey ledayk bûm
le têlî tawsyanewe pêçam û ḧewt car
be dewrî agirêkî xoşda gêřayanim
çil qumrîy bałşîn boyan exwêndim
çil gułehêroşyan kirdibû be çetrî ser serim.
ew xałey leser textî tewêłme
nîşaneye, ewe şwên maçî pîrozî ahuramizdaNava taybetye
min le destey firîşte sipîyekanî mîdyaNava taybetm.
bawkim řezewanî perisge gewrekemane.
bawkim be řîşe sipîyekeyewe
le dirextî nûrî awêstaNava taybet eçê.
min taqaney ew bûm
wek taqaney ziney qaqřêk.
«merdoxNava taybet»y pałewanî sersing nexşaw
be sere «beran»y pîroz, ’aşiqim bû
çendîn bewrî bo kuştim
çendîn piłingî bo řaw kirdim.
heta «ba»y diřkawîy seḧray le şimşêr zaw
negeyştibuwe laman
asman û zewîman wekû
pełe hewrî sipî û gułegenim pak bûn
ke «ba»y řeş geyşit, «ba»y weştiman mird
bû be zemanî kullebarîn
bû be zemanî ewîn hařîn
em «ba»y çiqłe beyekewe gułegenim û çawman exwa
beyekewe penceman û laskî şî’ir û tałe qijî perîyekanî
memleketî xewnî mîdNava taybet û memkekanî«nahîdNava taybet» exwa.
kiçe mîdNava taybetyî guł wenewşe, le pencerey
řewezewe wek kazîwe hemû řojê ser dênne der,
mang be ser û, guł be ser û, gizing be ser
eřwanne dûr, çaweřwanî ḧîley esp û bangewazî
merdoxNava taybet eken. çaweřwanî bûmelerzey melek tawisNava taybet,
çaweřwanî řezewan û geřanewey gataNava taybetkan û meşxełanî
pirçekanî agir eken
«nayenewe, tîjtir buwe
demî em şimşêre zerde
nayenewe, zîndûyş tenha sibeynêye»
xudawendî ’eşq û cwanî
xudawendî peyam û ceste xwênawî
xudawendî şî’ir û namoyî û tenyayî
«nahîdNava taybet» ełê:
zeryakanî çendîn sede wan le serma.
min hełmî dwênê û
baranî emêstake û
xewnî sewzî sibeynêşim
le yek wexta yek nawim heye û sedan naw.
mêyînem û nêrînem û gyandarim û bê gyanîşim.
min xom zemanî qurbanîy bêbřanewey ewînim.
sed hezar car kuştûyanim.
sed hezar car jyamewe.
min gerdinî jêr şimşêrî
zerdî hemû kat û serdemêkim.
min ew xwêne nefretîyem ke řiştinim nabřêtewe.
sede hat û sede řoyşit û minî yekemîn deryaçey
gunahî cwan, gunahî şeng, bûm be daykî
hemû mêrge kujrawekan, bûm be serî piř le qîjey
mêjûy aw û mêjûy xoł û heqî çwarmêxekêşrawî
řecmikiraw.
min tebayîy nakokîyekanim:
konî tazem.
zamî saẍim.
swêy tirîqey pêkenînim.
małî bêcêm.
beheştîyekî dozexîm.
řeşebayekî leserxom.
şemałêkî piř le pişkom.
şerabî bêdarkerewem.
tobey mestim.
pepûleyekî zor diřim.
kiłpeyekî sardusiřim.
xoretawêkî tarîkim.
tarîkayîy çiraxanim.
kwêstanêkî piřûkaw û
byabanêkî parawim
temumj û lêłîy řûnim.
min eşkencey kameranî û pêkenînim.
ax le min, ax le min, ax.
namoy naw małekey xom û
ẍerîbî naw gyanî xomim.
sipîy řeş û řeşî sipî û
dengidanewey naw bêdengî û
řengidanewey naw bêřengî û
sûřanewey naw westanî cestey xomim.
min bînayîy nabînayîm,
min kesdarêkî bêkes û
cugrafyay bêxerîte û
matmatîkî bêjmare û
karesatî bêdîrok û
řêzmanî bêzmanî dengî xomim!
min le temtûmanî sedey xomda
le agirî cestey xomda û
leser kursîy xaçekey xom
hemû carê
be dîdarî ew azare sûtawane şad ebim
ke dway min řiskan û nemdîn.
ke dway min hatin û
be berde’estêy xem
serzemînyan agirda.
be bûmelerzey şipirze û guman
tobey yeqînyan hełewgêř kirdewe
hemû carê
le bałkonî hewre berzekey xomda
be dîdarî ew barane kujrawaney dway xom şad ebim
beramber yek da’enîşîn
çaw ebřîne zamî yektir
ewan ebin be min û min ebim bewan
dest exeyne naw destî jan û xulyay yektirewe.
meger be hendê nîşaney sałda le yektir cwê bikirêynewe
egîna her:
yek serman heye û
yek çawman heye û
yek perisgayş.
şewane le bałkonî hewre berzekey xomda
pêkewe eykeyn be şayîy gunahî sipî û
şayîy mergî řapeřîw û şayîy xaçî serçopîkêş.
zemawendî hemû gumane cwanekan.
ême lem wiłatî hetahetayey ’eşq û hetahetayey
agirda, birîtîn: lew jin û pyawe bene’letkiraw û
řecmikirawaney, ke yek ledway yek kełbey
mêjuwe diřekanman hełkêşa, hizryan tûşî
janî xoşewîstî û bûmelerze kird. ême lem wiłatî
jîlemo û natebayîyeda, hoş û goşe milkeçekanman
fiřêdaye gerdawe tûşekanî gumanewe. wek piłing
«ne’»man berdaye gyanî «bełê» bawekanî dîwexanan.
ême derzî’ajnî cestey diłnyayîman kird.
dozexî ebedîman bo beheştî qena’ete besezmanekan
daxist. nemanhêşt textî padşahan û tacekanyan
le tirs û lerz bedûr bin
eger le tirsî heřeşey kuxtêkî tenyayş bûbê
nemanhêşt qifłekanî le gerû dirawî řûnakî
hemû şew be’asanî çawyan biçête xew
bêtirs û lerz binûn
eger le tirsî kilîlêkî winbûyş bûbê
ême birîtîn lew birînaney řawî çeqoman kird.
lew xwênaney ziryanî sipîman lê kewtewe.
lew sêdaraney gułałeman leser řwa.
lew menfayaney nîştimanman lê za.
ême birîtîn lew na’umêdîyaney be hîwawe serman nayewe!
şewane le bałkonî hewre berzekey xomda
pêkewe, zamî hemû sede dûr û nizîkekan ko ebînewe
wek pûrey heq exroşêyn.
kursîyekey min betenîşt kursîyekey mesîḧNava taybetewe.
kursîyekey ḧellacNava taybet beramber kursîyekey jan darkNava taybet.
kursîyekey babikNava taybet betenîşt kursîyekey qasmilûNava taybetewe.
kursîyekey cemal ’îrfanNava taybet beramber kursîyekey «mezdeNava taybet».
kursîyekey ’ebdulxalq me’rûfNava taybet beramber kursîyekey şerefkendîNava taybet.
kursîyekey mûsa ’enterNava taybet beramber kursîyekey se’îdpûrNava taybet.
şewane le bałkonî hewre berzekey xomda:
pêşwazî le tofan û mewcdanewey heqî xwênawî ekem
pêşwazî lew sere biřrawaney tûřdirane berdem segelî xelîfekan
«dwatir bûn be mang»
pêşwazî lew meçeke biřrawaney
xirane tendûrekanî xelîfe jinewe
«dwatir bûn be qełbeze»
pêşwazî lew pence qirtawaney
kiran be denke tezbîḧî îmam
«dwatir bûn be pelkegya»
pêşwazî lew lolaqaney xirane jêr textî şahan û
«dwatir bûn be daristan»
dîsanewe awabûne
ey«nahîdNava taybet»y ew dîw pencerey ẍurbet û samałî řoḧ!
awabûne, dîsanewe xorinşînî
serî min û dabřan û cwêbûnewey
nêwan ceste û gyanî mine.
pêk geyştinewey merg û dûkeł û zirîke û xołemêşî
naw enfalî yekemîn û deyemîn û sedemîne.
pêk geyştinewey xaçekane.
pêk geyştinewey maç û mûçî zamekane.
pêk geyştinewey dûřîyanî hemû hemû mezdeNava taybetkane.
têk ałanî pirçî jan darkNava taybet û kakołî ’îsaNava taybetkane.
têk ałanî řîşî ḧellacNava taybet û mam weysî germyanNava taybete.
awabûne!
«1988»y mîladî
beramber«2693»y enfalî!
1988 hezar hawar, dway ledaykibûnî kuřî xaçNava taybet û kuřî azar
1988 hezar birîn, dway xwênî jan û wêłaşî miryemNava taybet.
1988 hezar qulap, dway ledaykibûnî tořî yehûdaNava taybet.
1988 hezar tofan û 1988 hezar burkan û
1988 hezar ax le çirkeyekda
ax 1988!
ey kêle sałî, gořî şî’ir û estêran
gořî zerdexene û
gořî gijugya û
gořî çawanim.
ey beriztirîn dengî na’umêdîm û
ey cwantirîn şîwenî şaxanim!
awabûn bû.
sed bêşe «xûde» ecûłê û dête pêşê
sed bêşe postał, sed bêşe tifeng
sed bêşe beła û
sed bêşe tawan ecûłê û dête pêşê.
emêstake beẍdaCih
dołpaNava taybety heşta û heştî asnîne, pêyekî
leser zaxoNava taybetye û
ewî tiryan leser besreNava taybet û mêjûy kon û
mêjûy taze qût edat û ta’ûnêkî nêwdewłetîy
xoşewîstîy serzemîne.
petayekî sipîy cwane.
ayetêkî jehrawîye û
şerefêkî panupořî naw kendawe û
diroyekî ’erebanî połayîne.
emêstake beẍdaCih ẍerqî
sîḧrî newte û
kemendikêşî gişt cîhan û serzemîne.
awabûn bû. dîsanewe řoḧ nişînî baxçe û befir û
awabûnî zerdexeney deşt û şax û serbiřînî
kêłge û herd bû. dîsanewe ẍezay cestey
min û berd bû, ẍezay taze, ẍezay řagwêzanî leşim.
ẍezay şî’ir û ẍezay cestem.
řagwêzanî dest û pencem.
hełkêşanî laskî xewn û ser û milî ḧerfekanim û
derhênanî çawî guł û kwêrkirdinî melekanim û
kuştinî aw û mindał û hełwasînî yadgarim û
biřînewey bejnî hîwa û qedî xak û kujanewey
yek be yekî çirakanî naw derbendî jyanim bû.
sed bêşe dûkeł ecûłê û dête pêşê.
sed bêşe řiq, sed bêşe ’efleqNava taybet,
sed bêşe seddamNava taybet, sed bêşe jehir û
sed bêşe asin ecûłê û dête pêşê,
lêşaw bû, lêşaw bû, lêşaw
dîsanewe lêşawî pêkenînî lim
qaqay tank û qaqay top û qaqay mêkNava taybet û
qaqay mûşekî zemîn be zemîn.
qaqay kirîmilnNava taybety moskoNava taybet û
qaqay peykerî azadîNava taybety emrîkaNava taybet û
qaqay řîşî fîdil kastiroNava taybet û
qaqay memkî hawserekey kîm îl songNava taybet û
qaqay kitêbe sûrekey çînNava taybet û maçîn.
«ewey bîstitan: ewe dengî birînekey singî min bû.
ewe hawarî peyame yaxîbuwekey serî min bû.
ewey bîstitan: dengidanewey qełay wişe û
qełay řistey cestey min bû
ewey bîstitan: ewe bûmelerzey xwên û
dengidanewey eşkewtekanî birînim û şirîxey
herdû nîgam û çexmaxey asoy gerdin û
tewêłim bû»
min kuře çaw meylew sewzêkî hewlêrCihyim
nawim «’ibdulxalqNava taybet»e
kuřî sefînNava taybety kuřî metînNava taybety kuřî hełgurdNava taybetm.
le řegezî agirim.
ew beyanîyey ledayk bûm
dayene yezîdîyekem
le peře gułałeyewe pêçam û
birdimî bo derbendî bazîyanNava taybet û
ḧewt car be dewrî berde qaremanNava taybetda gêřamî
ḧewt car le awbarîkNava taybety hełkêşam.
ew beyanîyey ledayk bûm
cemal ’îrfanNava taybet ḧewt car serî maç kirdim û
be qełeme pîrozekey xoyşî
ḧewt xetî leser textî tewêłim kêşa
«bêkesNava taybet»yiş ḧewt sirûdî be serda xwêndim.
ḧewt pepûley bałnarincîş
le singî«ḧellacNava taybet»ewe hełfiřîn û
leser dem û lêwim nîştinewe,
min le řewgey espe sûrekanî eylûlNava taybet bûm
kuřjinî çyam geyande gwêy dinya.
min nawe konekey xom fiřê daye agirewe
agirîş nawî nam pişko.
tořî yeqînim çewaşe kird.
le hemû geştêkî be gerdaw û tûşda
estêrekanî«misḧefî řeşNava taybet» pêşim ekewtin.
melek tawisNava taybet be hanamewe ehat.
gumanî cwan hawdemî tenyayîm bû
keştîyekem şipirzeyî bû.
çarokem dûdłî bû.
min serî xom pêşkeş be dwa kitêbî xom kird.
bew core bûm be nûserî tofanêkî nwê
bûm be kełegettirîn qełemî azar
bûm be zeng û
bûm be gwêçkey daruberd û
bûm be hawarî serdem û
bûm be şeqam û be řûbar.
îtir lew sate zîwînewe
min «merdoxNava taybet»m
’aşiqî çawe sewzekanî «nahîdNava taybet»y kiçe mîdNava taybetyim
şeyday bałay kiłpey ewm.
hemû řoj le bałkonî hewre berzekanî xomanda
eçîne ber baranêkî sûr.
hemû şew jan egořînewe.
hemû şew mêjû egořînewe.
hemû şew xołemêşî cesteman egořînewe.
awêtey dengî yek ebîn û
le yektir cwê nakirêynewe.
ême dergay ayndey samał û baranîn.
’eşqî sewzî le eşkenceda hełhatûyn.
ême gerdinman şaxe û
řoḧman zeryaye û
peyamman«řeşebay» biłêse.
ême şimşêr le xwênmanda xinka.
ême ew taqme sûrpoşeyn
ew taqme kiłpe û taqme sirûd û
taqme zerdeştNava taybeteyn
be merg jyanman nûsyewe.
le tirawîlkeda awman hełhênca û
le«’edem»da «bûn»man xwêndewe û
be nuşustîda pişkûtîn û
le werzî hełwerînda pişkûtîn.
hemû dirextêk
nîşaney xwênî êmey pêweye û
hemû xakêk
be xaçî leşî ême nexşawe û
hemû zemanêk pêkenînî sêdarekanî êmeyan
têda deng edatewe û hemû pelkegyayekî kujraw
sîneman nwałeyetî û hemû çirayekî kujrawîş
şewqî bałgirtûy naw çawî kitêbekanmanin.
minîş, ey melek tawisNava taybety pîroz!
ser ekemewe be jêr bałe řengînekanî toda
leser berdenwêjî gatay nwê
nwêjî gunah û yaxîbûnim da’ebestim!
çi çarenûsêkî cwan û nazdare û
çi mirdinêkî mezne
çi mergêkî ał û wała
kiławkûřřey şî’rêkî biçkolane, bitwanê
ew hemû şimşêrî byabane tûře bika û
xelîfekan herasan ka û
dołpay mêjûy ’ebdekanyan bitirsênê.
ey melek tawisNava taybety pîroz!
taze ewwełî şî’irme!