perîzad û gułekey dujminî

Li pirtûka:
Afat
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 10 Xulek  1475 Dîtin
eme «boretar»êkî şûme û seretay şewêkî awis be qatuqřî.
boretarêkî jangirtû be: beçke şeytan û beçke syasî û beçke bazirganewe
eme şewêkî çełakî řeqełey bedbîne û bêbezeyî.
çawekanî gořîçey estêranin û penagey cadûgeran.
em şewe: qełay mêrdan nîye, qełay dizane, qełay kaseserim û
qełay cestey řûxawim û qełay xołemêşî arezuwekanme û hewêzî tawan!
lem şeweda, perîzadekem! katî ewe hatuwe, noreme
minîş çîrokî bene’letkirawî xomit bo bigêřmewe:
ḧîkayetî mirdinim û gořewşardanî hezar carem
«to biřwane hełmî řoḧim»
to biřwane ḧîkayetî jyane keř û kwêrekem
to biřwane pirşingî zîndebeçałkirawim
ḧîkayetî mêjuwe gewce xoşewîstekem
«to biřwane şazade şeřwał kesîfekanim»
em çîroke serabe û serabîş nîye
em ḧîkayete pende û nexşî ser berdîş nîye
perîzadekem ey perîzadî bê dayk û bawik
perîzadî le kune dîwar bûy, bê koşk û bê kenêzek!
ey perîzadî le xêłî perîyan yaxî û be xêłî řafzî aşna.
noreme minîş bitxeme naw keştîy guman û dûdłîy xomewe
keştîy řařayî û bedmestî û gunahî xomewe be cogey şerab û
řûbarî jehir û yekawî tawanda bitsûřênmewe.
be şarî çwarmêxekêşrawî wîjdanî xomda bitgeřênim
be şarî çołuhołî ziraw toqîwî hawarekanî kon û nwêmda
bitbem û sere biřřawekanî xomit nîşan bidem
«to biřwane çende cwanim bem xwênewe»
derwazey mozexaney
leşe momyakirawekanî xomit bo bixeme ser gazî pişt
«to biřwane şwênewarî xewnekanim»
perîzadekem! êsta îtir katî ewe hatuwe
bitxeme ser em bałe koteraney xom û
berew sûtanî ebedîyt berim û ta lay «mang»y
batûmetî sozanîy le asman bederkiraw, berizit bikemewe.
noreme, perîzadekem! noreme, minîş pêt biłêm:
«hênde le tenkawda jyam
bûm be masîyekî gemjey awî dinya
eweta ne zeryakan pênasem edenê û
ne oqyanûsekan biřwam pê eken.
hênde le gwê agirdanî wiřênekirdinî bapîranda danîştim û
ejnom daye ber çenagem û gwêm le şiłp û hûřî diroyan girt
êsta wek sêberêkî kiřî xewałûy mêş lênîştûm lê hatuwe
oh! min çi ’îbretêkim bo mergî herzan
oh! min çi ’îbretêkim bo axirzeman!»
gwêm lê bigre! perîzadekem! gwêm lê bigre!
carêkî dî eçmewe naw dengî
«anabazNava taybet» û espekey ciłew ekemewe
ser ekemewe be mêjuwe xoławîyekeyda û twêj be twêjî
zeman heł’edemewe. dîsanewe carêkî dî ebmewe be kalanî ewsa:
le demademêkî jengawîda, le kazîweyekî ḧepesawda
«geznefonNava taybet»y xwawendî zirêpoşanî girîkNava taybet,
serkirdey hizir û bazûy
cîhanî xwên û dûkeł,
kuřî peristiga řûnakekanî«esînaNava taybet» û espî
awî û şêrî çing be meşxełanî bakodanî zemîn ledway zemîn
«geznefonNava taybet»y weçey«axîlNava taybet» be xoy û de hezar swarî
toz lênîştûy byabanêkî dûrewe
řew řew, deste deste
ledway şeřêkî dîkey sûrhełgeřaw
řûyan kirde em wiłatî
dêw û dirince
řêgay geřaneweyan bo yonanNava taybet, be kêwî hawarî ême û
pêdeştî cestey cinrawî êmeda tê’epeřî.
geyştine derbendî
«gome sipyanNava taybet»
peykanî hezaran řim leber baranêkî narincîda
edrewşanewe
to ew kate řûtuqût
leser řewezêkî
diřewe temaşat ekirdîn.
êmeş leber bahozêkî řeşda berew jûr
heł’ehatîn
bangî xwawende berdînekanman ekird.
penaman ebirde
ber mangeşewî toqîw
penaman ebirde ber birûske û çexmaxey
nîştimanî hewre koylekan
dawênî cadûgere tirsawe řîş dirêjekanî
xomanman egirt.
’eqłî ême û ’eqłî berane kêwîyekan
le yektir cuda ne’ekiranewe.
çawî ême û çawî gaşeberdekan her yek çaw bûn
derûnî ême û derûnî eşkewte nisirmekan
her yek şit bû.
le piřêkda «geznefonNava taybet» řêgey wêł kird
ême tirsî xoman kird be berd û
be ser ordûy mandûda, xilman kirdinewe.
le bosey «ba»pêçêkda, dû birayan destigîr kirdim.
«geznefonNava taybet» bira biçkolekemanî le berdem nawencîyekeda le
hełemûtêkewe hełdaşte xwarê.
îtir nawencîyekeman kewte pêş řimekan,
kewte pêş mergî zirêpoş,
kewte pêş tofan û bûlere.
îtir lew řojewe ew birayem, biray newciwanî ne’letîm,
bû be dîrokî çarenûsî berdewamî ta emřom
eme dewrkirdnewey xamoşîye le dołêkda «ba» neygirêtewe
eme çeqîne, çeqîn, çeqînî espekanman
le zistanêkda ke kotayîy ewan û řimekanman,
tirs û bîmman
nadyarin«nadyar»
oh! çi zistanêkî nezoke û çi tirsêkî dûrudrêj
oh! çi ewînêkî besame û çi mirdinêkî şerminok
oh! perîzadekem, perîzadey badawe û gerdaw
oh! perîzadekem, şajnî kiłołî û giřawî sûtaw!
perîzadim!
lem şeweda hemû birînêkim
momêke û hemû momêkim birînêke
«ew bikujêtewe em heł’ebê,
ew hełbê em ekujêtewe»
bem core: le azare cwanekan, le azare nazdarekan,
le dojene şoxuşengekan, cuda nabînewe û
dabřîn lenêwanî min û to û mergida meḧałe!
lem şeweda,
hemû peyvêkim pizîzkêkî tirafyey nêw ẍurbete û
hemû ẍurbetêkim
peyvêkî sergerdanî ser şeqamekanî dinyaye
bem core: le hîwa na’umêdekan, le mijde řeşpoşekan,
le behare zerd û binsanekan cuda nabînewe û
dabřîn lenêwan min û to û wiłatî giryanda meḧałe!
perîzadim!
min gyanim zenekî ’eşqe û berpesarêkî nisêy sałante
hemîşe û hemîşe û hemîşe teř û parawe meraqim.
hemîşe û hemîşe û hemîşe wişk û biringe aramim û
hemîşe û hemîşe û hemîşe tînuwe awim
hemîşe û hemîşe û hemîşeyş:
agirim sard û sermayetî û heł’elerzê hetawim!
perîzadim! ez bo ewe zawim qebirim le gwê serim bilerzê!
«çi serêkî nefretîye serî min»
ez bo ewe zawim her řakem û her řakem û neyşgemê
«tirawîlkey kam qaqiř û xołistane awatim?»
perîzadim!
min leser gêřanewey řûbare çîroke dirêjekem û
coge çîroke kurtekem
çîroke kanîye zor zor kurtekem berdewamim:
ledway koçî espekey «anabazNava taybet»yişewe
her ciłewî tire eygirim û
her swarim û her ẍarêkî westawim!
çendîn sede ledway«geznefonNava taybet»yişewe
ew gaşeberdem bêwçan le tilbûnewedam.
cwantirîn mêjûy werînim.
xêratrîn tîşkî temełîm.
qoztirîn swarî çeqênim!
hezaran sałim xiste ser řanim,
yekêkyan nebûn be dostim.
hezaran sałim xiste ser şanim û
hemuwîşyanim berdanewe
bem core perîzadekem, bem core
min piřojey ’îbretêkî hemîşe nwêm,
’îbretêkî mamosta’asa
bo siruşt, bo dinya, bo gerdûn
bełam her bo to na û her bo xom na!
perîzadim! perîzadî taq û tenya
carêkî dîş le koçda bû
lewê le «vîntisyaNava taybet»
le vîntisyaNava taybety ’aşiqî mangeşew û awda
le şarî sîḧirda
le şewêkî zîwînda
lenêw «bař»y belemêkî pemeyîda,
çiřuçawî xom na, şî’rekanim kiçêkyan kird be hawřêm.
em kiçe firîştey awî bû,
le dûrgey xewn û xeyałewe hatbû,
nîwey leşî masî û
nîwekey tirî ademî bû, ebrîskayewe,
awazêkî ařûşey dagîrsaw bû.
newřesêkî mêyîne bû.
nawî«elîzabêsNava taybet» bû.
ke lêm pirsî to xełkî kwêy? pirşingî dayewe û
witî: «min xełkî nîştimanî hunerim
bawkim nawî şî’re û
daykim nawî mosîqaye û
her ewende le řeçełekî xom ezanim!»
ew şewe ta direngan
legeł awda mewciman dayewe.
ew şewe ta direngan
legeł sinewberekanda semaman kird.
legeł badeda
maçî mangeşew û řûmetî hewrman kird.
legeł gîtarjenekanî naw kołanî awda
xoşewîstîman xwardewe.
letek masîgrekanda
le qûłayîy zerya wird bûynewe.
letek geřîdekanda
goranîman wit û ’eşqinameman xwêndewe.
leser pelkeřengîne dîlanêman kird û
xoman le estêrkî xermane hełkêşa
dû kiławî pûşî destkirdman kiřî û
ledwayîşda daman be dem cogeyekewe.
lay jine fałgireweyekî qemûrî demuçaw kutraw
dû fałman girtewe û ledwayîda qaqa pêkenîn.
leber camxaney kitêbxaneyekî xewałûda
westayn û leyek katda
temaşay kitêbekanî«mawNava taybet» û«qezzafîNava taybet» û
«can cak řosoNava taybet»man ekird.
oh! perîzadekem
ew sataneyş bextyarîm her şipirze bû
ew sataneyş
her gwêm le tirpey pêy merg bû
ew sataneyş
her le belemêkî serewnxûn eçûm.
le nakawêkda, «elîzabîsNava taybet» kêşî kirdim û
birdimye naw kabîneyekî nîwe řûnakewe
leher goşeyekda momêk esûta
hełoyekî momyakiraw bałekanî kirdibowe.
leser mêzêkî ebenûsî xiř
gułdanêkî piř le gełazeytûn danrabû,
çend kesêkîş dewryan dabû,
ke berçawim řoşin bowe, nasîmnewe:
dantîNava taybet û kepuwe kewanîyekey, bithovinNava taybet û
qije bijekey, fan kuxNava taybet û gwêçke biřřawekey
distiwîvsikîNava taybet û řûmete têk qupawekanî
lorkaNava taybet û pełe xwênekey ser singî
wek melêkî tirsaw leser kursîyek hełkuřmam
perîzadekem! min her gwêgir bûm gwêgir,
gułdaneke çend duwa minîş her ewende!
lew şewewe zanîm min hêşta fêre axawtin nebûm.
şî’irim azar dawe, tenkawim xwêndotewe, řwanînim her ewendey
çolekeyekî teř fiřîwe. oh! perîzadekem
em karesatî ’eqłe çend gewreye!
her ew şeweyş zanîm
leberçî «elîzabêsNava taybet»y kiçî şî’ir û mosîqa
pelkêşî kirdim bo ew kabîne nîwe řûnake
perîzadim! le kenarî em eşkence bexuřaney minda
le kenarî em nîga wêł û peřagendaney minda
wek deyan pole peřesêlkey dway tofanêkî tûş
çîrok ledway çîrokim emirin û
şî’ir ledway şî’irim řeq ebnewe
min kuřî karesatim û
karesatîş kuřî em hizre ziř û nezokeme!
perîzadim! min emşew hatûme lat û
mestî nezanînî xomim,
pepûsłêmankeyekim serxoş,
fiřînim laseng û nizim û
dengim qirtaw û xewnim qirçok.
min peyamberî azare biřonzîyekanî tom û
postey birûskey
hergîz negeyştût.
min peyamberî azay jêrkewtûy tom û
qełẍanî mêjûy le dest peřîw û
şimşêrî nuştawet!
min bikujî hemû ew řûbaranem
ke le serçawey xwênî towe hełqułîn.
bikujî hetawî řuxsarit.
bikujî gułegenmî pencekanit.
bikujî barane sewz û sûrekanit.
bikujî bext û bikujî leşt!
perîzadekem! de îtir bo dûdłî û bo řamawî?
lem şewe şûmeda, lem şewe bedbîneda, wextêtî řabe û
’aşiqe bikujeket, diłdare çeqoket, barane jehrawîyeket,
gułe dujmineket, ke minim min
be sizay ebedîy xoşewîstîy bigeyene û
’aşiqî nwê û mêjûy nwê û gułî nwê bixułqêne!