řojî tereb û keyf û demî coye kutane

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  508 Dîtin
řojî tereb û keyf û demî coye kutane!
bew desteyî cwanê we perî bote nîşane
destî beme tund girtuwe germî qewetane
nêwkî nekewê yařebî bem bare girane
canî mine co dekutê bê ’uzir û behane
perwane sîfet sûxteyî şewqî çiraẍim
wek bulbulî şeyda hemû sûtawe demaẍim
dił piř le ẍem û daẍî cemałî gułebaẍim
wek nêrgisî mexmûrî perî mest û nesaẍim
canî mine co dekutê bê ’uzir û behane
dulber ke be xende serî zulfan dehejênê
bazařî şeker, qîmetî ’enber deşkênê
mandû buwe areq be řwanda deřjênê
bergî guł û nesrîn be guławê deřşênê
canî mine co dekutê bê ’uzir û behane
ew şoxe ke cîlwe û řewşî kebkî derî bê
gêsûşeb û meh ’arîz û gerden seḧerî bê
çawî řeş û zarî guł û zulfî qecerî bê
ew diłbere bew řengî cwan řenge perî bê
canî mine co dekutê bê ’uzir û behane
her leḧze le xendey demî wek ḧuqqeyî yaqût
şekker dewerî, guł deřja, ẍunçe depşikût
ser ta be qedem řoḧî wefayîNasnava edebî le ẍeman sût
nałey diłî zarî geyîye ’alemî lahût
canî mine co dekutê bê ’uzir û behane