erê ey be zulf û řuxsar senemî çîn mahî tabim
Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
3 Xulek
14138 Dîtin
erê ey be zulf û řuxsar senemî çîn mahî tabim
demeke û xendeke û nîgahit nimek û mezey şerabim
min leber nîgahit bimirim, to serî ẍemzekey celabim
biłê pêm gułekey beharî le to ta be key cuda bim?
werewe, be şertî caran, řojî sed carit fîda bim
le wêraney diłî şêwawim şîwen û waweylaye û řořo
awrêk berbote henawim dête der le henasem bo so
bûme efsaney wiłatan: şar be şar, mał be mał, ko be ko
xałî çawit, goşey ebro, dû dînyan kirdim leser to
ya bimke pîrî meyxane, ya murîdî xaneqa bim
to melek û firîşte û perî, gułdem û gułber û diłberî
laleřeng û feřengî çînî, şox û şengî, xeta û beřbeřî
nazk û nazenîn û şîrîn, awêneřoj, řeng agirî
lenêw menzerey dûderî xoşe seyrî mewcî beḧrî
were ser çawim ’ezîzim, çî dekey le diłey kebabim?
ew şoxe be tay zulfanî zincîrî kirdim dêwane
řûḧme, řûḧî kêşawim! řûḧ nîye le řûḧ bêgane
aşkar û dyar û mexfî, dûr nîye, nezdîke cîrane
ẍerezim çunke penhane weřezim lew cîsim û cane
merezim mergî dermane, her ezim bo xom ḧîcabim
’aşiq wa debê, be hemû dem çaw piř aw, diłbiřaw û meḧzûn
pêy heway bişkê, pêy nemênê ẍeyrî hû le derûn û bîrûn
xakî řêy diłberî we bizanê surmeye bo çawî piřxûn
segekey řêbazî leylê were ser dû çawî mecnûn
dunyam ew řoje lê řûne xakî berpêy aşna bim
řûḧekem řûy xot binwêne, ta be key kuştey nazit bim?
demeket be tekellum bêne, ta nemirdûm hemřazit bim
carêk be kerem bimdiwêne min fiday deng û awazit bim
meylî ebroy to qed nanêm ẍemzedey çawekey bazit bim
min ke hat û qîblem gořî, ya xwa kafir bê celabim!
bezeyît er hebê ya nebê bendey bałatim, sed şa bim
to xuda diłim meşkêne min ke wa ’aşiqêkî ça bim
serekem fîdat ’ezîzim were zîz mebe le ser dił
sere payebendî toye, diłe małî xot heta bim
be kemendî towe bimirim xoştire newek řeha bim
kutim ey şay diłnewazan mang û řojin muşterîy řût
diłî çakî pakî bazan pê be dawî zulfî cadût
le ẍemî wîsałî řûy to ciger û henawî min sût
xoş bû ew demey guł pişkût şeker debarî le yaqût
lade lêm wefayîNasnava edebî deykut: to geda min şa bot nabim