ta nergisî to nazî hebê ẍemze numabê

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  705 Dîtin
ta nergisî to nazî hebê ẍemze numabê
şermende ebê çînîye ahûyî xetabê
ey xusrewî xûban be dû lêwî şekerînit
şîrîn nîye ferhad bikujî to be ’îtabê
sebzey demte dawye şikest xettî řêḧanî
xettêke ẍubarî ke be yaqût kişabê
ḧeyranî dem û sebzeyî newxêzî lebî tom
bê nukte nîye qet xetî ayatî xudabê
sûtawe derûnim le ẍemî ẍemzeyî canan
mutrîb biłê, saqî be kerem bêne şerabê
xwênî diłî řiştim le hewa dił nebû xałî
’aşiq be xuda waye wekû min be wefabê
ḧusinit be letîfî qed û şîrînîy zarit
qed baẍî îrem dare gułêke gułî nabê
to her be cefa meylî wefayîNasnava edebîte ’ezîzim
me’şûqe debê hem be wefa hem be cefa bê