ew zulfe dûtaye çi telîsmêke çi dame

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  469 Dîtin
ew zulfe dutaye çi telîsmêke çi dame?
sûtawe ewî puxteye bew ’enbere xame
dił kewte serî zulfî leber cezbeyî xałî
weḧşî sebebî daneye pabesteyî dame
destim bigrî to ke be camêkî sebûḧî
bew çawe, eger padşehî şame, gedame
şeydayîy min ẍemzeyî ew çaweye ba’îs
sermestîy min cumle leber neş’eyî came
bo qetłî diłim bûne dû sef leşkirî mujgan
ew nêrgise fermanderî sułtanî nîzame
lew zulfe biław û sefî mujgane delerzim
me’lûme ke şew leşkirî bergeşte be same
bo maçî demî kułme le nêw perçemî xawî
lew zułmete bo abî beqa nûrî çirame
’umrêke denałim be dił, ew qedgułe neykut:
ew bulbule - axir - be temay mîhir û wefame
bo kuştin eto dest mede xencer le wefayîNasnava edebî
lew ẍunçegułey wek deme yek xende temame