demêkî heste pê, qurban, cemałit ’alem arake

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  751 Dîtin
demêkî heste pê, qurban, cemałit ’alem arake
bizanin nexlî tûba, baẍî cennet, xar û xaşake
eger řencîde bûy, qurban, le wêraney diłî tengim
were ser menzerey çawim temaşay mewcî deryake
be emrî çawî bîmarit ke her xwênxiwarîye karî
meger tarî serî zunnarî zulifit marî zeḧḧake?
le ’eynî ah û soz û girye zulifit hate taracim
şewî piř berq û barş řojî hîndûy duzdî napake
şehîdî çawî bazî piř le nazî şaswarêkim
ke goy çewganî zulfî da’îrey xurşîdî eflake
diłim şêwawî çaw û zulifte bew zare çarey ke
ke ew bîmare marangesteye dermanî tiryake
le řûy to danema, perway şehîdanî nebû çawit
le řojî ḧeşrê natirsê, ’eceb turkêkî bêbake!
be yadî řûm dełê bigrî, biła çawim le giryet bê
beharan nim nimî baran be meyxiwaran terebnake
le fehmî cewherî xendey demit ’umirim çû nemzanî
ke sîřřî ḧałî wîcdanî werayî fehim û îdrake
le qetłî ’alemî dił bowe xałî řût, biła bes bê
suheylî karewankuj çî dewê bew řoje řûnake?
demî hêna, diłim kirde nîsarî pêkenî û fermûy
ke zeřřêkîş bê win nabê wefayîNasnava edebî! çake her çake