ey xoş xeber nesîmî seḧer peykî ’aşiqan

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 4 Xulek  728 Dîtin
ey xoş xeber nesîmî seḧer peykî ’aşiqan
ey qasîdî nyazî her aware wa were
dîdem bibîne herwekû dû çawî piř le xwên
sînem bibîne herwekû kûrey piř awre
ger awî seylî dîde nebê sîne sûtuwe
ger taw û coşî sîne nebê dîde miztirErebîe
sûtawî tawî sînem û ẍerqî nêw awî çaw
lutfê bifermû çareyê lew aw û awre
wek «nehrî» çaw û meş’eleyî dił biřo be taw
bo ew diłbere ke gułbere peyẍamî dił bere
«nehrî» ke cêgeyêke hemû xakî sûrmeye
«nehrî» ke cennetî guł û guł’awî kewsere
«nehrî» ẍubarî ’etre buxarî buxûrî řût
xakî teřî ke wişke hemû mîşkî ezfeře
«nehrî» wehaye «ba» le guław û guł’ateşî
’enberfiroşe xakî le kewser muxemmere
«nehrî» ke xulde nehrî řewan selsebîlye
«nehrî» ke pakî dar û dewen pakî ’enbere
«nehrî» ke xakî qîbleme gułzarî gułbere
«nehrî» ke şarî dîdeme cêřawî diłbere
diłber be lutfî ḧezretî barî metîbNava taybete
gułber be nûrî řeḧmetî dawer munewwere
diłber ke serwî newřesî baẍî syadete
gułber ke newşkofeyî řewzey peyembere
diłber ke wa le gułbunî yasînNava taybet şikofeye
gułber ke wa le gułşenî tahaNava taybet sinewbere
ew taqe nesłe esłî le cûtê firîşteye
duřřî yetîme zadeyî beḧrî dû gewhere
ew şem’e zeynî meḧfelî şemzîne řewşene
ew şem’e xo muberhene ew nûre ezhere
feyzî cesîme, xulqî besîme, ’etay ’emîm
bo lutfî cûd û merḧemet ew sedre mesdere
beḧrî diłî ke wadî řûnakî eymene
cêgay zuhûrî merḧemet û nûrî dawere
newrî ḧedîqeye ke le ’îrfan muteyyebe
nûrî ḧedaqeyeke be řeḧmet munewwere
ser ta qedem be nûrî xuda řoşne bełê
ew nexle bo tecellîye, ew nûre mezhere
ebroy meḧebbetî ewe mîḧrabî xaneqa
tuřřey meweddetî ewe mî’marî mînbere
ke’bêke xanedan ke hemû xelqî ta’îfe
qîblêke astanî hemû ehlî zayere
beytî ewê çi beyte? mełê pake! cennete
xakî ewê çi xake? mełê çake! ’enbere
ger ser ne xakî meqdemî ew řoḧe pakeye
ger dił ne tozî řêgeyî em şexse tahîre
ser xałîye le me’rîfet û dił le ehlîyet
bîlla ne dił diłî mine, ḧaşa ne ser sere
ey peykî şareza! be edeb řû bike ḧezretî
perdey ’erûsî ’erzî min ahêste la bere
destê bide le damenî bigrî be zarî min
boyê bike le meqdemî pakî ke enwere
çawim le dûrî nûrî cemałî, be xałî to
xałî le nûrî bînşe daym museyyere
sînem le şewqî mîhrî kemałî kemałî to
sîne çi sîne? na, wekû sînaNava taybet piř awre
yaxo giłê le xakî berî pêt be babde
yaxo gułê le tûtnî xot, bîxe em bere
bo dîde ew mufeřřîḧe her ’eynî surmeye
bo sîne ew mufeřřîxe aramî dił dere
ew tûtne ke meylî wekû dił be sûtne
ew tûtne ke řengî wekû ’aşiq esfere
ew tûtne ke zêřî ber dûkanî ẍezneye
ew tûtne ke xoşe letîfe û mu’ettere
ta tûtnî letîfe degatin le hatnê
dû çawî piř le xwênî wefayîNasnava edebî leber dere
ta şew wekû řewaqî diłim teng û tîreye
ta řoj wekû wîsałî gułim her munewwere
zeřřêk le mîhrî talî’î to bê ke serwerî
nuqtêk le bextî dujminî to bê ke bedfeře