to serî zulfî biławit zulfî xawit bamede

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  1023 Dîtin
to serî zulfî biławit zulfî xawit bamede
cêy diłî sewdayîye, çî dî diłim cezya mede
min ke bêt najîm were řuḧimit hebê neşkê diłim
ba bînay ke’be neřûxê, çawekem lêm la mede
’aşiqî zulfim be řoḧ û dił emin coyayî tom
xêrî xote dest le sîney merdî xoş sewda mede
her demey min xałî goşey lêwî te’lîmî dedam
’eyş û noş û kuncî tenhayî be řûy dunya mede
şew qerarit da leser zulifit be dił şadbim beto
lamede zulifit wefat bê! we’deyî ferda mede
ba qyamet řa nebê, ba řoj negîrê çawekem!
tund mebe! hełmeste pê, sunbul be řûy gułda mede!
çit le zewqî dînî diłber dawe! to bî û dînî xot!
ta bimênî dem le wesłî ateşî sîna mede
mergî min saqî diłim bigre demit wa bênewe
ya kerem ke camî leb řêz, ya şerabî wa mede
nîwe sûtawim eman, bê bes meke ey tarzen
ya wefat bê, ya cefayî ’aşiqî şeyda mede
ey wefayîNasnava edebî hênde xwên megrî le řûy aramî dił
gewherî to wa le kin to, xot be dem derya mede