be lêwî to û be çawî to ke wa her mest û sermeste

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  2442 Dîtin
be lêwî to û be çawî to ke wa her mest û sermeste
’ezîzim ta bekey em xesteye her mest û serbeste?
le qubbey sîne sûtawe diłim bew nare piř nare
biroy peywestî xistûmî minî wa xeste peyweste
be ah û giryeyî min pêkenî, wek berq û baran bê!
beharan piste xendan bê be naz ahêste ahêste!
heta zincîrî zulfî tom hebê her şad û azadim
serim her dawe bew dawe, diłim pabeste bew beste
bełênim řaste min gerden keçim bêřistî destî wî
qelade û řiste bo min perçemî ew serwe newřeste
qed û qamet qyamet, qid qyamitErebî ta biłên qamet
biřo ey taze gułdeste, demêkî heste řaweste
bibarêne guł û nafe be xende daẍî baẍane
serî zulifit ke dem beste le dem beste eme beste
wefayîNasnava edebî meclîsê germe çi xoşe bêy û saqî bê
wekû gułdeste bitgêřê be dił lew deste bew deste