leser řût kazîbey zulifit welabe

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  2023 Dîtin
leser řût kazîbey zulifit welabe
ke sadîq bê tilû’î aftabe
dił û dîn herçî bû qurbanî to bûn
hetakey îdî em naz û ’îtabe?
biła bew řoje nîlûfeř nesûtê
be mergî min serî zulifit welabe
le ’eksî ’arîzit firmêskî çawim
guławî řûte hem xûnabî nabe
were binwêne xot bimkûje qurban
be dînêk kuştinî ’aşiq sewabe
were binwaře bezmî ’alemî dił
çi xoş dewrêke hoşyarî xerabe
egerçî nałeye her zewq û şewqe
egerçî giryeye ’eynî sewabe
be nałînî diłî sûtawî ’aşiq
hemû her neẍmeyî çeng û řebabe
be çaw û gerden û řuxsarî saqî
hemû her şahîd û şem’ û şeřabe
kutim: ba qîmetî wesilit be dił bê
be maçêkîş le zarî xot řeza be
keçî fermûy: diłit neşkê wefayîNasnava edebî
ewe sewdaye, zeřřêkîş ḧîsabe