dirêẍa bay xezan daye beharî şox û ře’nakem

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 7 Xulek  1904 Dîtin
dirêẍa bay xezan daye beharî şox û ře’nakem
le îzharî ’emel kewt aftabî ’alem arakem
wereq řêzan, xezan kewte řezan, wez’î çemen gořa
beserçû fesłî gułgeşt û temaşay baẍ û seḧrakem
xezan hat û çemen çoł bû le neẍmey bulbul û qumrî
dirêẍa! ḧesreta! bo guł’îzare serubałakem
le giryan asman damanî sûr bû şînî gêřawe
meger gîrawe ya mayl be şame řoje řûnakem?
edîmî bextî min řeş bû terazû wa tirazawe
debê meylî be ta’îf kirdibê te’sîrî şe’rakem?
le min dûr botewe xurşîdî ewcî me’rîfet, şayed
be tîẍî ẍem serî xom hełgirim hemřengî cewzakem
le min weḧşî buwe ahûxeramî laleřuxsarim
meken men’im ke herwek şêt û haran řû le seḧrakem
be meḧrûmî legeł bextî syada mawe firmêskim
le tazyey hîcretî xurşîdî ’alem wasureyyakem
wefayîNasnava edebî pêt biłêm: dunya û dînit bo çî berhem bû
dełên: řoyî leser dunyayê qîbley dîn û dunyakem
nîşat û ’uşretî dunya be neş’e û quwetî çawe
emin çibkem le dunyada ke řoyî nûrî bînakem
ke to řoyî, leber çawim kurey xakî be awa çû!
le paş to, ey gułî newřeste, xakî kwê beserdakem?
xoşa bew řoje ’eksî piřtewî ḧusinit le sînem da
ewêstaş mest û mexmûrî tecellay tûrî sînakem
xoşa bew weqte to mîr’atî dulber bûy be diłdarim
ewêstaş meḧwî dîdarî cemalî řoje ḧîrbaNava taybetkem
be yadî pêkenînî to ke degrîm û debarênim
debête menbe’î şîr û şeker şorawî deryakem
ke degrîm bo cemalî to dyare eşk û ahî min
le xurşîdî dedatin dem, sitarey şamî yeldakem
be yadî toye wa dem dem xuroşî ah û nałey dił
le taw gułşen denałê ’endelîbe şêt û şeydakem
felek - xane xerabê - bezmî mestanî weha têkda
nema darî le ser berdî, be derdî ser çi awakem?
le jêr bałî huma cêy bazî şahî qesrî şahan bûm
dirêẍa! êste wêraney, sîsar û cuẍde cêgakem
le nałên kewtûm bo destî yarî mutrîb û meclîs
wekû tarî guseste têk çuwe bend bendî e’zakem
diłim bêhoş û xwênbare le dûrîy nêrgisî saqî
suraḧî kewtuwe degrî, dełê: kwa bade peymakem?
şika pişt û diłî min bo wefatî pîrî meyxane
be çerxêkî felek way kird ne camim ma ne mînakem
leser ḧewzî derûnî, çî beser hat hatuçot qurban?
kwa dem kewser û xuld û xeram û nexlî tûbakem?
seday yaḧeyyî derwêşan, neway yahûyî diłřêşan
le dewrî xaneqada bû be cîsim û îsmî ’enqakem
hetakey qelbî min derhem bê ey îksîrî xakî min?
le xakî kwê muqîmî pêm biłê? qurbanî ew xakem!
le ser xakî derit, qurban, heta min bim heta ser bê
eger tacî sikender bê serim nawê leser nakem
heta řojî ebed, qurban, le ser ’ehdî qedîmî tom
beheştim lê ḧeram bê ger bebê řûy toy temennakem
emin şayîm be to bû; çunke şahî ẍem řewênim bûy
ke min şayîm le dił řoyîwe, îdî dił bekê şakem
cenazem dî serî řagirt û fermûy: gwêm le nałet bê
dirêẍa! cêbecê bû, hatecê te’bîrî řu’yakem
xuda bo xoy dezanê menbe’î nûrî xudayî bûy
dirêẍa! nexlî eymen, mezherî nûrî tecellakem
nesîmî feyzî to dîn û diłî dûbare îḧya kird
dirêẍa! wek mesîḧa ba’îsî îḧyayî mewtakem
delîlî talîban bûy, bo xuda, wek řoj hweydaye
dirêẍa! murşîdî dewran û xurşîdî hweydakem
le sayey to gelê kes bûne ’arîf, řêy xudayan girt
dirêẍa! ’arîfî řêgey xuda û ehlî teqwakem
murîdanî derî tom dî be çawî xom, le îns û can
dirêẍa! bo îmamî îns û can mewlayî ewlakem
bełayêk hat û pêy gîra, be bayêk nûrî kûjawe
dirêẍa! şemsî ’îrfan û çiray tarîke řêgakem
le ḧełqey talîban wa her debarê nûr le teşrîfit
dirêẍa! bo ser û serḧełqeyî ewladî tahaNava taybetkem
emin nadan û nemzanî, erê boç ’arîf û ’amî
wekû perwane sûtabûn leber şem’î şeb arakem?
leber çawî nezanan saḧîr û zendîq û kafir bûy
dirêẍa! pîrî bestamNava taybet, qutbî xerqanNava taybet, ẍewsî beẍdakem
be dawî dane bo gîra, be deryay ’îlmî esmawe
leberçî hatexwar adem leser fîrdewsî e’lakem?
penay boç birde ber dar ew ke deyzanî debê şeq bê?
ne axîr saḧîbî ayat û mu’cîz bû zekeryakem?
le sîřřî nûrî çawanî ’eceb bênûr û ḧîkmet bû
biłê boç pîrî ken’anî degrya, nûrî ’eynakem?
suleyman xatemî win bû le qudret mawe neyfermû
beła sexrey be awdadam beła asef le deryakem
kelîm êsta nebûbû çend hezar me’sûm leser wî çû?
debê cwabî çi bê řojî ceza, gustaxe mûsakem
leber qewmî munafîq bû debê hełbê ke deyzanî
meqamî xoy wekû řoj řûne ruḧ alilhErebîyî ’îsakem
seḧabey boç şika? bo çî şehîd bû gewherî pakî?
muḧemmed: ba’îsî bûn, şahî tac û textî lewlakem
şehîdî destî kafir bûn ke ekser ewlyayî dîn
cewabî mudde’î çi bidem? sikûtî bêḧed înşakem
ne «aw» muxtare biřwênê, ne «awir» ta bisûtênê
ne «xak» çî pêye bînwênê, eger sedcarî ber «ba»kem
’edem «barî» sebebkare, wicudêkî ḧeqe dyare
bo xoy fe’’al û muxtare, xudawendî tewanakem
be mînhacî xelîlî ḧeq, be mî’racî risul alilhErebî
debê her bêtecê emir û îradey ḧeq te’alakem
eto çûy bo cîwarî ḧeq emin mam ḧebis û zîndanî
ẍemî bendet hebê ey seyîd û serdar û mewlakem
be sûřet gerçî lêm dûrî, be me’na berqî mestûrî
bełê berçaw û menzûrî dełêy toy nûrî bînakem
le kwê bitbînmewe, şad bim be řûy to, bêye serçawim?
meger çawim le dił bê sînekem ayîne sîmakem
demit bêne diłim meşkêne destim bigre ew careş
be hoşyarîm deyê saqî, ke neřjê camî sehbakem
ẍerîb û bêkes û aware kewtûm, dûr le řoḧî xom
be derdî bêdewa mawim, řefîqan kwa mesîḧakem
xudawenda! řeḧîma! qadra! amurizgarî xom
kerîm û, ḧeyyî û ẍeffar û, qedîm û ferde yektakem
be ḧeqqî nûrî wechî pak û bêmanend û bêmîsilit
be îsmî e’zemî xot ey xuday settar û danakem
be sermestanî badey saẍîrî ’ehdî elestit key
be qetrêkî necatim dey le dest xom řû le deryakem
wefayî bêkes û damawe pabendî telîsmêke
meded ya řoḧî ẍewsî e’zem û şahî buxarakem
be ḧeqqî nûrî mutłeq, ceddî emced, şahî lewlatan
îmamî yesrîb û, qîbley melayk, mahî betḧakem
be ḧeqqî çar yar û al û ewladî nibî alilhErebî
be ensar û muhacîr qa’îdanî qîble gumřakem
be řoḧî xwaceganî neqşibend û qîblegahî xom
ẍerîb û canisparî ke’be qutbî dîn û dunyakem
be quwey cazîbey diłtan wefayîNasnava edebî dest û damane
çi nabê ger le sayey êwe qet’î maswî alilhErebîkem