pûkanewe

Li pirtûka:
Zewî Sext û Asman Dûr
Berhema:
Marif Aẍayî (1966-1998)
 2 Xulek  600 Dîtin

cinêwî be hetaw deda. berdî tê hełdekird. gułî deşêla. gułpeřî hełdewerand. le minał tûře debû. lêy hełdequrîncand. kanyawî quřaw dekird. berdî tê dawîşt. be bonî guław qełs bû. xoy lê debward. bogenî pê xoş bû. piř be sîyyekanî hełîdemişt.

be her kirdeweyek nextêk biçûk debowe. temenî berew jûr deçû. pîrtir û çikołetir. caran betewawî xoy le awêneda dedî, wirde wirde beşêk le řuxsarî bizir bû. dway beynêk nedegeyşte awêneke. xoy lê win bû. beser kanyawêkda kewt, pêştir quřawîy kirdibû. çawî lê kird. lexoy tirsa. sîmayekî giław. bêzî lexoy hesta. řûy wersûřand. taze hergîz řûy de hîç aw û awêneyek nekirdewe. taqetî qaçî kem bû. xoy leser laq pê řanegîra. pêwîstî be goçan hebû. wegîrî nekewt. kem kem dahatewe. berî destî nîşte ser zewî. çwar dest û pê řêgay biřî. birsyetî tengî pê hełçinî. taqetî lê biřî. tifî le zarîda wîşk bû. qisey bo nekira. naçar bû bweřê. dengî nûsa. nûzey lê dehat. çikołe û çikołetir bowe. wirde wirde twawe û bê ewey bimrê leber çawan win bû.