jyan

Li pirtûka:
Zewî Sext û Asman Dûr
Berhema:
Marif Aẍayî (1966-1998)
 2 Xulek  771 Dîtin

leser daremeyt dirêjyan kird. kifnyan deber kird. firmêskyan beserda barand. lenêw ambułansyan na. dergayan leser pêweda. ambułans, ajîrî kêşa û weřê kewt. paş maweyek, maşên řagîra. derga kirawe. kifnî leser ladra. dengêk pêy kut: heste, tewaw bû!

ewe yekem car bû ke demird. em mergeşî bo xoy hełnebjard. birsî û bê pena û destewestan be nêw kołanekanî şarda dexulawe. serî wek kêwêk beser leşîda řûxabû. bîrî le hemûştêk dekirdewe, tenanet xo kuştin! boxoy azayetîy ewey nebû xoy bikûjê, bełam bê şik eger kesêkî dîke kuştibay hîçî nedekut. ẍerqî em xyałate bû. leser pêçî kołanêk, tûşî desteyek hunermendî sînema hat. kargêřî fîlmeke lêy hate pêş. «pîwîstiman be kesêk heye bo maweyekî kurt lem fîlmeda bimrê pareyekî başîşî dedeynê».

em bê yek û dû xoy be destewe da.

leser daremeyt dirêjyan kird. kifnyan deber kird... heste, tewaw bû!

parekey bijard û weřê kewt. ḧewtûyek bebaşî jya, bełam dîsan birsî û bê pena û destewestan kewtewe nêw kołanekan. êsta le her şwênêk qerebałẍî bibînê, lêyan deçête pêşê:

-kake biburin, kestan nawê botan bimrê?!