birûsk

Li pirtûka:
Zewî Sext û Asman Dûr
Berhema:
Marif Aẍayî (1966-1998)
 1 Xulek  1163 Dîtin
Brusk
Bi denga: مارف ئاغایی
şîrîn!
êmřo debê,
hemû hewre geřokekan ko keyewe,
birûskeyek destemo key.
 
zor lemêje em wiłate bê behare
bergî sewz nakate ber.
teşî bade,
birûskeket
le řanî asman bixşêne û
řîz řîz baran
–wek dawe benî badraw–
le kełafî em hewrane bibarêne,
ba kîjî toryawî siruşt
bo beharî sałî taze
bergî sewz
bo bejnî em xake biçnê.