sê hengaw ta merg

Li pirtûka:
Zewî Sext û Asman Dûr
Berhema:
Marif Aẍayî (1966-1998)
 1 Xulek  817 Dîtin
xewnûçke kayey pê deka:
wek çon řêbwar
likî darî
berew zewî řadekêşê û
le nakawa berî deda.
 
şew qaqa bem pêdekenê:
wek çon limî qeraẍ zerya
be dwa peleqajey şepol.
 
mirdin dergay dekatewe:
wek çon gurgêkî çawbirsî
bo nêçîrê
zar leberyek debatewe.