seday hay hîlal ham ferdan meyo

Li pirtûka:
Dîwanî Mewlewî
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 1 Xulek  825 Dîtin
seday hay hîlal ham ferdan meyo
zemzemey tekbîr ham derdan meyo
yekê ham řefêq dosî diłdozen
yekê mest keyf cejnî pîrozen
min nebûn şadîm cê bêzar bîyen
gerd we serî min, kes dyar nîyen
şewm tałey şûm, hîlalim qamet
şefeq hûnî dił, menziłge zamet
tekbîrim neway zamî mehcûrî
desim hem’aẍoş zamî řencûrî
cejin û cejnanem her yek cerdeyê
berdewe pey herd, mutrîb perdeyê
lerzey řîşey dił, semtûrî destûr
weznî teb’î tar piř sozey semtûr
waçe bew meqam ełwanatewe:
hey dad.. hey bêdad me’dûmNasnava edebî watewe
xestey xarî xem, xem xeyałî wêm
wekzey derûn ten zuxałî wêm
bê ebroy hîlal new nîhałî wêm
nîyet na dirust, ’îd betałî wêm