pirsyar

Li pirtûka:
Zewî Sext û Asman Dûr
Berhema:
Marif Aẍayî (1966-1998)
 1 Xulek  765 Dîtin
ewe kê bû
berdî girte awêney nêw çawanî min
çiřjî tê xist?
 
ewe kengê werz gořa
tûkî serim
le darî bejnim hełwerî
geła, geła?
 
ewe le kwê
zerya diłî we kuł hat û
lêre hewr
beser bałay mina girya?