xew

Li pirtûka:
Zewî Sext û Asman Dûr
Berhema:
Marif Aẍayî (1966-1998)
 1 Xulek  857 Dîtin
ey çawekanim,
min bêşey serim
takey řajênim?
swarî serbałî kam xeyałtan kem
êwe binwênim?
herçend ezanim
ke bay henasem
tozî xermanî xemî derûnim
bo êwe dênê;
bełam gwê bidene
ahengî diłî mandûm ke dełê:
«hey laye laye, řołe lay laye
debnûn direnge, boç xewtan naye.»