furat û çend goranîyekî ẍemgîn

bo «se’dî yûsif»
Li pirtûka:
Řengaɫe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 4 Xulek  675 Dîtin
1- masîgre tenyake
le awî ber zerdepeřda
belemekey le dûrewe
sînîyekî dirêjkoley
lût tîjî lêwar zêřîne.
lenakawda wek bixlîskê
wek qût biçê
le lêjayîy şepolêkda
da’eçêt û lepřîşda
wek hełîden
ser furat ekewêtewe.
ey masîgre tenyake!
to lenêwan şepolî tûře û hêmnida
xemêkî temendirêjî
minîş lêre le kenarda
darxurmayekî terîkî kurtebałam.
tozêkî tir ke tarîkîy çiřtir bowe
direnganê ke to nûstî
ewsa xemî toyş û furat
becût efiřn û dên bo lam.
 
2- mamzî mandû
pencekanî «ba», bizêwin
qijî bo dwawe efřênin
pencekanî «ba», nimawîn
awing le çawî ezênin.
le furatewe dêtewe çawim lêye:
be pełe pełey hetawî
daristanî darxurmada
be larelar, tê’epeřê
nîwey leşî le sêberda û
nîwekey tir
tîşkî leser heł’epeřê.
beřêweye,
lare lare
le mamzî mandû eçê
herdû destî setił girtûy
şil ebêt û bo çend satê
wiçan egrê.
êsteke řêk beramberim
řawestawe
ełêy gułehêroy sûrî
diłop le řû hełpirjawe.
ey jine dił ẍemgînekem!
ewînî to û awî furat
nebûnaye
hergîz hergîz
min em şî’rem
bo ne’ehat.
 
3- hawřêy biçûk
«ḧisun» mindałêke lawaz
barîk, ser xiř
wek marmasîy furat waye
řengî wek xurmay xestewî
çawî wekû tirê řeşke!
«ḧisun» ey hawřêy biçûk!
řûy xoławîy xotim têke
temaşam ke
to le çawta
xemî êcgar
gewre gewrey tyaye!
 
4- şewî ḧikayet
wek afretêkî zirawçû
«ba» řa eka û ezrîkênê
qijî dirext ałozkawe.
şepol çawî enuqênê.
le asmanî xołemêşî ser furata
wekû loke
şî ebnewe pełehewr û
wekû peřî kotrî sipîy
bałkirawî fiřke kirdû
biław biław
dêne ber çaw
êste diłim
wek henarêkî guşrawe.
emşew leber tenya zopay
jûrekemda,
beramber dayke pîrekem
da’enîşim,
çaw ebřime çawî kizî.
emşew şewî ḧikayete
«las û xezał» mîwanmanin
gwêm bo daykim řagirtuwe:
ke«las» edwê
ke «las» eřwa
doł be doł û
řewez řewez
min legełyam.
wextê wenewz lenaw çawma
ekewête bałefřê
hêşta furat enałênê û
lew layşewe
«las» her eřwa û řêge ebřê.
 
5- dirawsê
«em se’d» dirawsêmane
wek dûkełkêş
temenî ew řeş dageřaw
demuçawî
nanî sûtaw.
bałay le liqe darxurmay
wişkewebûy
pena tendûrekey eçê.
nasorêke û aza ejî
her yek şitin
destupil û kołewjî
wekû řojgarî byaban
emîş leber kiłpe û giřa
sîmay daxe.
wekû şewgarî byaban
emîş qisey xoş û fênk
wekû sirwey řez û baxe.
wek na’urekey ew berman
çon xul exwa û
qet nasrewê
em «ٲm se’d»eyş
azarêke be pêweye û
kes nazanê
çi wext enwê!
 
6- le kenarda
lenaw pencerey hewrewe
mang wa serî derhênawe
hêdî hêdî
zîw pirjênî furat eka
tałe tîşkî hełlerzîwî
binî řûbar
wek gerdanen
wek piłpiłen
guł û gwaren.
wek jinekem, şewêke: mat,
kiz danîştûyn
leser limî hêşta germî
gwê kenarîş
kiçe gewre çaw řeşekem
dwanze sałan
tirîfe eyda le qijî
kiław zeřî ekate ser.
be çîçkanewe xerîke
yeke yeke
hêlkey teřî şeytanoke
eçnêtewe
eweta wa
kiçe gewre çawřeşekem
leber xowe
wekû çepke gułê jakaw
goranîyek eda be dem furatewe:
«ho kurdistan!, ho jyanim!»
min û daykî le yek kata
beyekewe ser heł’ebřîn
bebê ewey pêbzanîn
bêdeng, egrîn!