pole awazêkî koç kirdû

em şî’re le çiley çwar hunermende biçkole gewrekanî kurdistanda û le hołî neqabey kirêkaranî silêmanî lelayen şa’îrewe xwênrayewe.
Li pirtûka:
Řengaɫe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  819 Dîtin
ke min hatim
êwe kestan lêre nebûn
kemançeyek nasîmêwe zanîy matim
hêwaş hêwaş
le cêgey xoyewe hesta
hat letenîştî řastimewe
hełtirûşka
bêxşipe, sûk
destî be gîrfanî dîwanêkma gêřa
çwar swêske şî’rî ẍemgînî
lê derhêna.
***
ke min hatim
êwe kestan lêre nebûn
«okordiwên»ê bedîy kirdim
nasîmêwe,
zanîy minim ew awazey
bo yekem car
fêrim kird çon destî qaspe û
şemał bigrê û
biçêt bo lay nêrgizecař.
hat le lay çepmewe danîşt
destî be gîrfanî «lawik»êkma gêřa
çwar notey qij řeş û zerdî
çawgeş çawgeşî derhêna
***
ke min hatim
êwe kestan lêre nebûn
şimşałêkî leř û lawaz
hêdî hêdî
be dem řêwe
fûy be zamekanya ekird
carêk serî
bo estêre kişawekanî heł’ebřî û
carêkî tir kiřnûşî bo
xuře û hajey řûbar ebird.
geyşte lam, sûřayewe
lepişt sermewe řawesta
peře peře «ḧeyran»êkî
koçerîmî hełdayewe
be jêr řeşmałî axêkma çawî gêřa
destî bird û
çwar gimey kotrebarîkey
henawî «derwêş ’ebdułła»y lê derhêna!
***
ke min hatim
êwe kestan lêre nebûn
temaşam kird lew berewe
- bałebanê -
le colaney xawkerêkda
azarî kiluwe befrekan řay’ejenê!
ewîş hat û leber demma
tiruşkey kird
destî be naw singima gêřa
çwar henasey sard û beswêy
goranîyekanî «mamlê»y lê derhêna
hestan biřon!
çwar birjangî teřim wityan
ew şî’ir û note û axane
bo kwê eben?!
legeł kiřûzey pelkegya û
wirdemasî û karjoleda
her çwaryan pêkewe wityan:
ey şa’îre xembareke!
ke azîzan gird bûnewe û
hemû hatin
ke xem leser kursî danîşt
ke bêdengî ser řuxsarî wird û dirişt
wek sêberî dirextêkî ḧepesawî
dway liq biřînewey lê hat!
ewsake to
le zimanî gopke û telî diłmanewe
pêyan biłê:
bo lemewdiwa û heta nûzeman lêwe bê
deng û řeng û
sîma û pencey
«karzan, řêbwar, azad, ferman»
legeł lêdanî êmeda hemû carê
ebin be pole awazî sûr û sipî û
le derûnî em şarewe
dêne derê
bał egirin û berew lûtkey
kêwekanî gişt kurdistan
ekewne řê!