payîze nameyek

Li pirtûka:
Řengaɫe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  1328 Dîtin
werewe ba becût biřoyn
xorinşîne û şeqamî çoł
xemêkî zerdî kişawe
çaweřêy pyasey êmeye,
êwarey řeng hełbizřikaw
le awêney em payîze direngeda
ełêy demuçawî xome
demuçawî pêş ḧewt sałim
ew sataney
ke cêthêştim:
«demuçawim kanîyekî
saf û řûn bû
ke tûřebûnit hełîkird
bûy be gerdaw
lêłit kirdim!»
ey şî’re hełfirîwekem
werewe ba yeke yeke
şeqamekan tey keynewe
ew şeqame dirêjaney
wek bêdarî û şewnxûnîy
ême wan û tewaw nabin.
werewe ba ser keynewe
be baweşî baxçekanda
ew baxaney gełay daryan
wek řazekanî diłî min
çiřupiřn
najmêrrên û tewaw nabin.
werewe ba becût biřoyn
bêdeng wekû awingî ser
peřey çawim.
werewe ba becût biřoyn
gileyîman zor le sere
gileyîy ew řûbaraney
be layanda têpeřîn û
serman le şepolyan neda.
gileyîy ew dirextaney
be layanda têpeřîn û
serman le sêberyan neda.
gileyîman zor le sere
werewe ba becût biřoyn
xor mawyetî hewrazêkî tirîş bibřê!
* * *
xorinşîn îste taraye
taray pencerey małan û
ser gumez û dirextekan.
wa êste xor le estêrk û gomekanda
ełêy tawsêkî xiřî dagîrsawe,
pelkeřengîney agirî ser řûy awe.
werewe ba becût biřoyn
min emewê ew taraye
le pencere û ser gumez û dirextekan
bikemewe û bîdem be ser serî toda
min emewê
to şajnî erxewanîy
xorinşîn bî û
minîş wişey giř têberbûy
em dîdare.
* * *
werewe ba becût biřoyn
dîwanêkî tazem heye
be dem řêwe
bołe wişey şîrînî ekem be demta
ḧerfî zerd û sûr û sewzî
edem le qij û berokit
řistey şînit ekeme mil.
werewe ba becût biřoyn
eweta xor
geyştote ser dwahewraz
haka lepiř bazêkî da û xoy hełdaye
baweşî şew.
nehatî ta becût biřoyn
şî’irim şewî beserda hat.
nehatî ta becût biřoyn
nehatî ta becût.
nehatî ta.
nehatî.
ne.