le yekem seferda

Li pirtûka:
Řengaɫe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 5 Xulek  891 Dîtin
1
wextê xom û cantay sewzî
markey ser piştên «musławîNava taybet»
le estemûłNava taybet
ke dabezîn û řawestayn
le dirext û biniçkêkî lařê eçûyn
herdûkman her:
qij xoławî
şan û mil teputozawî.
***
wa dû řoje
le lay em şare çawşîne
laman dawe
ke her ełêy
şořejnêke kiras sewz
řakşawe.
balîfî jêr serî keje û
qaçî sipîş le bisfořNava taybetda
wek meřmeřî ber hetawe.
em şare biroy peywestî
serçawanî şîn û řeşî
her dû şoxî
ewrûpaNava taybetye û asyaNava taybetye
ke eybînî û tê’epeřê:
carêk qoł řût û kiras kurt
carêkî dî kirasêkî awdamanî
leberdaye.
***
wa dû řoje çawî namom
her wekû dû kotreşînke
heta êsta bał bestirabin.
girêy bałyanim kirdewe û
eweta wa demê bo ser
gumezî şîn û xilîskî
birîqedar heł’efiřn û
demêkî tir qij û biskî
«minewer»y estemûłNava taybety
eken be hêlaney şî’ir û
aramêkî têda egirin.
***
ke be lay dîwarî konî meřmeřînî
mizgewtêkî kiław qûçda guzer ekem
bonî kewa û sełte û, bonî
piştêneke û kiławekey nalîNava taybet ekem.
ke des edem
le mordî perjînî baxê
desim bonî řîşî egrê.
ke şepolî serhełgirtû,
peřey gułî hełpiçurkaw,
dûkełî her dûkełkêşê,
ke mindałanî hejarî
wek karjołey perewaze
xewtû lebin sêberî pird
çetrî pasda
bedî ekem
min bon ekem
bonî bokřûzî şî’rî
aware bûy «nalîNava taybet» ekem!
***
îste benaw gořistanî «uskodarNava taybet»da
egeřêm û çawim wekû hełałey sîs
çiłî mil kewtû belada
hełhênawey hengawî xawî pestim,
be naw daristanî sipîy berdekêlda,
wird wird emba.
gewrem nalîNava taybet!
ey «narewene» tenyakey
hełkenrawî xaneqakey
silêmanîNava taybet!
to le kwêda
çił û çêwî řakşawî?!
murîdêkî şî’rî xotim,
horeyekî «xakuxołNava taybet»tim
hatûm bo lat.
gewrem nalîNava taybet!
ey «tanceroNava taybet»y sergerdan û
«sîrwanNava taybet»y wêł
şarêk goř û bêşeyek kêl
le kam gořda
to êsqanî
řakşawî?!
gořit bizir
bizir wekû sał û řojî
ledaykibûnî hezaran
mindałanî nîştimanim
bizir wekû zor qełemî
fiřênrawî naw gîrfanî şarekanim
bizir, bizir
wek goranî û dengî xoş û
çirîkekey «eḧey nasirNava taybet»
gewrem nalîNava taybet!
nek gořî to
heta îsteş em dinyaye
zorî tyaye
zorî tyaye
ke nazanin kurdistanNava taybet xoy
zamî gewrey le kwêdaye?!
2
le gwê bisfořNava taybet herdû destim
xistote ber piştênekem
xom be tenya
wek darlîmoyekî zerdibûy
ser peř girtû
řawestawim
«ba»yek bizêw xêra xêra
dê û hêştake destî teře
boynbaxim řa’ekêşê û
qijîş exate serçawim.
em baye gelê lasare
waz nahênê û nařwatewe,
dê û destî wişk botewe
dê û be ber çawî xorewe
tund bałam řa’eweşênê û
lîmoy xemim da’eřnê û
eyda be dem bisfořNava taybetewe.
***
ta kwê biř kat
«newrese»key nizim fiřî
’aşiqî aw pya hełpirjaw
ta kwê biřwat
be qełembaz , be nermeẍar
espî şepol: yał sipî û bij, kefeł şînî
ciłew berbûy serberew xwar.
be dwayanda
yeke
yeke
min xeyałim wekû hetaw
eyangatê û cêşyan dêłê.
yan her wekû pełehewrê
jan be baranewe bigrê
be seryanda dêt û eřwa
eřwat û dê
ta ew ezê û
ta ewan taqetyan eçê.
yan naw be naw
her sêberyan bo ekat û
weřs nabê û
be dyaryanewe ewestê.
wekû şa’îr be dyar wişewe
zewî be dyar pirûşewe
çira be dyar
’aşiqêkî bêdarewe
hejaran be dyar karewe
minîş îsta
hengêkim û şîley lêwî
em bisfořNava taybete bałî girtûm
herçend emewê hełfiřim
hełnafiřim û heta îste
le cêgey xom
hîç nebzûtûm!
***
le gwê bisfořNava taybet danîştûm û
qołî kiras heta anîşk
pantoł ta ejno hełkiraw
herdû qaçim
xistote naw
awî tenkaw
îste le «tîtrwask» eçim!
tîtrwaskê namo û bêcût
çend řojêke
her xoy û xoy
be sêberî kenarêkî des tezîwa
be hetawî bestênêkî
areqî lacang nesřîwa
her xoy wixoy namo û bêcût
be ser řoxî dawên teřa
nizim, nizim, be qed bałay
xemî nemam
heł’efřêt û înca berz
lenaw temî
nîwe dapoşîwî şaxa
win ebêt û le dwayîda
her xoy û xoy namo û bêcût
egate lay befrî nûstûy
ser hełemût...
***
le gwê bisfořNava taybet řakşawim
herdû destim lejêr serda
îste ełêy hêroyekî
serilq sipîm
le dûrewe aw hênawmî û
aw laydawim.
wekû hêlke şeytanokey ser lim
çawim nûqaw.
wek şořebîy danewîy
gwê girtû le goranîy aw
gwêm girtuwe:
ełêy haje nawim dênê
kenar laylayem bo eka
gerdawî dûr bangim eka.
ser heł’ebiřim
tozêkî tir heł’esim û bem řoxeda
řêgey awingawîy egirim.
eřom hewrazî ser be guł
deştî qij zerd
girdołkey herdî řûtuqût
hemûy ebiřim
eřom, eçim
le kołkêşî papořekan
le bêkarî benderekan
pirsyar ekem.
eřom «şefîqî tořneçîNava taybet» ebînmewe
lêy epirsim,
ta beleme sewł sûre
çawşînekey «nazim ḧîkmetNava taybet»
edozmewe û swarî ebim.
ewsa îtir herdû sewłim
ebin be dû bałî dirêj
embene lay şepolî dûr
embene lay ew gerdawey
bangî kirdim
embene lay masîgrê
ke her wekû xom tenyaye
bełam awatî çawsewzî
wekû bisfořNava taybet le diłyaye