ke xew be towe ebînim

pêşkeşe be kurte şî’rekanî necîbe eḧmed be nêwî «wirde gileyî»
Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  774 Dîtin
(1)
xew ebînim
destim egrî û le tofanî sersamîda
berew kenar emřifênî
bo beyanî...
xot tofanî
(2)
le xewma to
kure bała berzekeyt û
des heł’ebřî
le baxekey dirawsêtan
sêwêk edzî û eydey be min
da’eçłekêm
baxewanêkî tûřeyt û
sêweket lê da’eşarim
(3)
herçî şewe to pałewanî xewekan
to estêre û şax û asman
cwanî û bize û mêhrebanî...
bo beyanî?