sê terḧ

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  727 Dîtin
1- cengeł
kuře meke ho bałaberz
bes ew çawe sewzanem
lê biqirtêne
wa ebînî... xulyay em xewne sewzane
gyanmî kirduwe be dastanî
’eşq û cengeł
dar û zerya
2- beharêkî kem temen
em beharî xoşewîstî û
gułbaranî wişey cwan û bize û nîga
be kwê ega?...
herçen ekem
diłî sed care şikawim
be temenî em behare
biřwa naka!
3- cêm mehêłe
bew çawanet dahatûm
ledway çawit
şewanê zor bo çirayek da’emênim
to xwa meřo
bew çawanet dahatûm
dway to çilon be řojîş estêrem bibê
meřo... meřo
le řojî řeşim metore
min estêre û çiray řûnim
zor xoş ewê.