şî’rekanim qeyre kewtûn nazanim şew bo pîr nabê

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  841 Dîtin
nazanim şew bo pîr nabê
ew biskaney heta dê her dirêj ebê
çend ḧez ekem çen tał qijî sipî bikat
hełîkenim zyad bikat
em xatûne bałaberze řeşpoşe bo
qed pîr nabê?!
nazanim... na
daykim serî sipî kird û
herçen xoyşim řojî çen car
le xumî řeş heł’ekêşim
le berewe tał tał qijim sipî ekem
çen çaweřêy beyanim kirdibê çake?...
çen car xewm be pencere û xoretawewe bînîbê?...
çen be xeyał kirasî tîşkim poşîbê?...
çen estêrem dabê le lacanî şî’irim?...
bełam hergîz
ne beyan hate małekem
ne pencerem kirayewe
ne xoretaw derkey azarêkî lê dam
bałam bû be çepkê tîşk û
şî’rekanim kiz enwênin
nazanim şew bo pîr nabê
şî’rekanim qeyre kewtûn
řojî çen tał qije seryan sipî eken.