çaweřwanîyekî xoş

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  770 Dîtin
ełên gwaye hemû şewê
serdanî em şare ekat
gwê be derkey zamekanmanewe enê
leser pence dane dane cêman dêłê
xom nemdîwe
bełam ełên bałay berze wekû tase
nêwşan pane wekû xefet
çawanîşî wekû hîwa piř birîske
simêł řeşêkî qetranî
wekû şewanî tenyayî û çaweřwanî
destî be zebir û twanaye
zerdexeney lêwîşî piř le manaye
neşmidîwe û xoşim ewê
şewan çirke le xom ebiřim
çawekanim be biskî xawî mangewe heł’ewasim
bełkû bêt û emcareyan gwê bo çirpey řazekanî
min řabgirê
diłnyam ger tenya carê
xatûnî azarekanî min bibînê
cêy nahêłê...