şew - beyan - biruske

bo hełebce
Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 2 Xulek  581 Dîtin
(1)
dyare emşew zor dirêje
çarşêwî em kenîne tał û samnake
bemzuwane leser şax û kanî û dirext danakewê
çarşêwî řeş
şewane herçî çarşêwe řeş enwênê
sûr bê... yan zerd, sipî... yan řeş
emşew le dwa katekanî çaweřwanî û
xurpekanma
bo carê tir serim kêşaye kołan û
çawim lê bû...
destêkî řeş be’espayî ehate pêş...
herçî ber pelî kewtaye, le sûr... le řeş
bepele derkekem dawe
lê mexabin
nazanim çon çonî xoy xiste jûrewe
êstaş le eyre her wekû kitke neftîne
her xerîke
xoy le dar û berd û dîwar û pencerey nûstû
heł’esawê.
biłêy beyanî jûrekem
sipî... yan sûr
zerd bê... yan řeş?
biłêy beyanî jûrekem çi řengê bê?!
(2)
çi şewêk bû
dar û dîwar û pencere û perde nûstû
tenya xemêk xew lê ziřaw bexeber bû
lenêw pêxefî azara etlayewe
destî lenêw qijyan win bû
çen tilî da û bałincekey jêruřû kird
xew her nebû
beyan xoy kêşa jûrekey
destî be řûmetya hêna
be’espayî birûskeyekî aşnay
leser bałincekey dana
(3)
«řêz û siław...
lebîrit bê emşewîş mom dagirsêne
sûçî perdeket labde û
lepşitî pencerey dane
emşew minîş her lew satey hemîşeda
dêmewe ber pencereket
her bew soze le ḧeyranê eçrîkênim
dar û berdî kołanîş be xeber dênim
lebîrit dê, pêştir,... zortir,
ber lew katey le dwa jwangey hengiwînî nîgakanmana
wekû tîrî nêw tarîkî
le piştewe bimanpêkin
çon çonî destit ehêna be ser qijî xewnekanma
destî tenyayît eguşîm
ey şajnî wiłatî xem û pejare
ey tewarî sewdaserî řûnakayî
lebîrit bê emşewîş mom dagirsêne
korpey bê’aramî tasem,
be çîrokî hemîşeyît bilawêne.»