cigere

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  941 Dîtin
le berçawim
wek cigerey dagîrsawî
beřwałet sipî û soł û leş řêk û pêk
nêwçawan geş
le derûn nuqmî zûxawî
etnasim û... natnasmewe
şêwet aşnaye xoşewîst
destit bide be distimewe
bê ba biřoyn
beser řêgay bizmar řêjda
be ser singî zewîy tînû
benêw nizarî řû be asman des hełbiřîw
le diłtengîy êwareda
řêga bibřîn
berew hewrêkî nebarîw
le ewê to çiray serit carêkî tir dagîrsêne
minîş leber tîşkî çawit
cigereyek.