tînû

Li pirtûka:
Zewî Sext û Asman Dûr
Berhema:
Marif Aẍayî (1966-1998)
 1 Xulek  1352 Dîtin
çon bew şepole wîşkaney
řoḧî awyan lê dizrawe
tînwayetîman bişkênîn?
 
çon bew awre bê girfaney
ke germayan pê nemawe
lem qalbe sehołîne bêyne derê?
 
erê daye!
bo çî hemû awekanî em dinyaye
be qed maçêkî serdemî mindałîy to
tînwayetîm naşkênin?
 
bo çî awrekanî îmřo
germay dwênêy
destekanî toyan nîye?
 
daye! daye! ser hełdegirim
mełê bo kwê?
ser hełgirtin şwênêkî taybetî nîye.
her dêmewe;
mełê kengê?
geřanewe
katêkî taybetî nîye.