semay merg
bo hełebce
Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
1 Xulek
1173 Dîtin
baweşim kird be bałay xemekanda û
tund tund be xomewe nûsandin
yeke yekey ew xemane basî toyan bo ekirdim.
ewey ke basî kwêr bûnî çawî kirdî
ewey ke basî tînûyetî awî kirdî
ewey witî:
sûtay, sûtay, řeş hełgeřaw
le mêjûda wek tane, way
be nêwçawî celadewe
bo ew kese xawen bîre
ałay... ałay.
dwayîn katî hełqirçan û hełlerzîn û sûtan geyşit
baweşim tunditir kirdewe xoşim sûtand.
xemekanim beser kiło xełûzî leşma
semay merg û kořî şîwenyan egêřa
biłêseyan exsite nêw daristan û
lew demeda! erê... erê lew demeşda
xêra... xêra mijdey beyanyan ehêna.
tund tund be xomewe nûsandin
yeke yekey ew xemane basî toyan bo ekirdim.
ewey ke basî kwêr bûnî çawî kirdî
ewey ke basî tînûyetî awî kirdî
ewey witî:
sûtay, sûtay, řeş hełgeřaw
le mêjûda wek tane, way
be nêwçawî celadewe
bo ew kese xawen bîre
ałay... ałay.
dwayîn katî hełqirçan û hełlerzîn û sûtan geyşit
baweşim tunditir kirdewe xoşim sûtand.
xemekanim beser kiło xełûzî leşma
semay merg û kořî şîwenyan egêřa
biłêseyan exsite nêw daristan û
lew demeda! erê... erê lew demeşda
xêra... xêra mijdey beyanyan ehêna.