şehîd

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  559 Dîtin
řojê herd, û guł, û dirext û mel
le qułpî giryanî hetaw
seryan sûř ma
guł çarşêwî da be serya
hemû têkřa çûn legełya
çûn bo lay xor...
çak û çonî?... çî qewmawe?
xor henaseyekî hełkêşa û
destî bo dołê řakêşa
lew dołeda, le baweşî gułcařêka
řewe espêkî sim teła
nomayekyan her be yałî xwênînewe
le ser singî xak řakêşa
herde û kêw û guł û gya
hemû giryan.