xew

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  876 Dîtin
çît gereke?
bo řêm nadey ew pirçe şînaney derya dabhênim
bo çî bûyî be daykim û
nahêłî em xake cwane maç bikem û
xoşewîstî bo melî mandûy endêşem
bikem be dan û hêlane
ta key hewrî dûdłîy to em asmane cê nahêłê
ta key ... ta key destî řeşt lenêw singî awatmida
her toy namoyî eçênêt
de waz bêne... de to xwa îtir waz bêne
ba des bibem em tozaney şanî çya
bitekênim
des hełbiřim řû be şine řayweşênim
be lepî dest maç binêrim bo xoretaw
de łêm geřê ba dem binême demî aw
tînûyetî zimanî şikandûm
řêgam bide em pencere bikemewe
henase bem
îtir heway naw jûrekem bonî bêkesîy girtuwe
îtir pênûs û jûrekem le yektir cya nakirênewe
řeş hełgeřam
de waz bêne, destit leser bînim labe
***
da’eçłekêm,
«ay lem xewe nazanim bo carnecarê a lem xewane ebînim»