pirse

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  596 Dîtin
pêkenîn û bizey şadî
maweyeke leser lêwî wişekanî min torawe
firîştekem diłsûtawe
hêşta kostî şî’rî pêşûy ser biřawî le bîrmawe...
ke ew şî’reyan ser biřîm
firîştekem piř be diłim zirîkandî
piř be naxim xemî bo xward
ay ke çende gułî bo ser mezarî nard
firîştekem hêşta bergî řeş epoşê
hêşta řûmet hełnagrê
herçî eka
şî’rî tirî bo nawtirê