’eşqî sûtaw

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 2 Xulek  689 Dîtin
kiçêkî cwan xewnekanî dabû beser defey şanya û
tirpey hengawî bêhêzî le kołanî bêdengîya
awazê bû
xewnî şarî têkeławî giř û xulya û tase ekird.
her ew kiçe
elbomêkî piřawpiřî bîrewerîy legeł xoya
şeqam şeqam egeřan û nîşanî xełk û xway eda
çepke řeyḧaney çend namey firmêskawî
be destyewe... sertapa řeş
leber derkey hemû małê řa’ewesta
tund tund le dergakey eda...
nameyekî ehawêşte ew dîw dirga...
bo beyanî
hemû xełkî nêw şareke řeşyan poşî
wekû bîstim
kes ew kiçey nenasîbû
bełam azar û henasey
dû beyanî û sê beyanî û bigre zyatir
lenêw şarda her mayewe
***
sał têpeřî... sê, çwar, penc, şeş
şar be degmen azarekey be bîrda dê
kiçekeman êsta daykêkî řeşpoşe
herçî şewe be yek çîrok, her yek çîrok
mindałekey ekate xew
bełam hergîz mandû nabêt
çîrokekey qed kon nabêt
***
hebû nebû
le werzêkî qat û qiřî soz û ’eşqida
kiłpey giřêkî piř le soz
pirçî tase û awatêkî kird be destimalî serçopî.
dewryan girt û
pêşêlyan kird
xełûzekan piř be demyan hawaryan kird
xoşewîstî... xoşewîstî.
her ew şewe tase hat û çepke řêḧaney ’eşqekey
be nêw şarda bexşîyewe.
***
dway şeş sałan
hewałêk hat:
«kiłpe dîsan dagîrsawe»
diłî taseş daçłeka
«biłêy êsta xoşewîstîy minî mandûy le bîrmabê?»