ey mehbetî enwarî xuda lutif û kerem ke

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  902 Dîtin
ey mehbetî enwarî xuda lutif û kerem ke
em zułmete lem sîneyî piř zułmete kem ke
sa çunke le gêłan be sefa hatîte dinya
firyam kewe şaha, be kerem qesdî ’ecem ke
mezłûmim û haname e lat babî ’edałet
bê lem segî dermałî xwete qesdî sitem ke
řoḧ û dił û cîsmî minî bêçare nexoşe
bew hîmmete walaye deway derd û elem ke
ẍus alisqilînErebî ey şehî afatî wîlayet
sa gyanî çirosawî emin bê tem û ẍem ke
to şemsî semay me’rîfet û dûr le uqûlî
bew nûre were def’î hemû zułmî zułem ke
bê hîmmete to kîşwerî key key be sefaye
cem ke hîmem îrşadî hemû mîlketî cem ke
tewqî’î feramînî wîlayet buwe batił
tobî û xuda dêre de ahengî qełem ke
bê beş buwe ’alem be meḧebbet wekû caran
bexşîn û xełat, sełtenet û tac û ’elem ke
tahîrNasnava edebî diłî tarîke le zułmatî ḧewadîs
beşdarî le şu’ley geşî enwarî qîdem ke