gyan be sergerdî seray mîwanekey tom hîmmetê
Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
3 Xulek
1107 Dîtin
gyan be sergerdî seray mîwanekey tom hîmmetê
řoḧ fîday cařûkeşî derganekey tom hîmmetê
întizarî řêzenanî xwanekey tom hîmmetê
ẍewsî e’zemNava taybet min segî asanekey tom hîmmetê
xakî jêr pêy xadem û derbanekey tom hîmmetê
şahî cumley esfyakanî tuqa û merḧemet
mahî zumrey etqya hewrî sexa û meḧmîdet
şêxî yekser îns û can, qutbî ’ezîm almertebihErebî t
şem’î cem’î ewlya şemsî burûcî mekiremet
zeřřekey bê hestî û perwanekey tom hîmmetê
ha le tewfî ke’bekey koy to ewa bê behre mam
dûr le nûrî feyz û meḧbûsî ẍemî zułmet seram
teyrî bê xeyrim sîfatî xom hemû lê bote dam
min esîrî nefsî şûm û gîrî zencîrî hewam
çawenwařî hîmmete merdanekey tom hîmmetê
kewtime awayî û byaban deşt be deşt û kêw be kêw
hem enîsî weḧiş û teyr û hem řefîqî cîn û dêw
ger nebê lutifit legeł min hîçkesê namka be xêw
wek segî xwêřî ledûm kewtin be hûha û berd û çêw
çaweřêy êsqanî şorbaxanekey tom hîmmetê
ey be destit ḧelil û ’eqdî ezkya û ředid û qubûł
he weha feyz û fitûḧ û keşif û terfî’ û nizûl
ey sirûrî murteza û mucteba, nûrî betûl
ey emîrî ewlya ełła û meḧbûbî řesûl
des be daman û geday îḧsanekey tom hîmmetê
şamlî bexşayşî teb’î selîmit key minim
wasîlî asayşî xulqî řeḧîmit key minim
ḧayzî řutbey sexakeffî kerîmit key minim
layqî cennet seray qurbî ḧerîmit key minim
xaruxaşakî berî kaşanekey tom hîmmetê
her şerîfê bê guman bende û wezî’êkî heye
her emîrê çakir û ’ebid û mutî’êkî heye
her şehenşahê heway ’efwî cemî’êkî heye
řojî dîwanî ceza her kes şefî’êkî heye
arezûmendî xetî dîwanekey tom hîmmetê
muflîs û bê xan û man tê hełdira û beş xuraw
řenc be bad û xoł be ser mał kawil û hestî nemaw
pê wiłû, serkiz, xefîf, qetrey ḧeya û ḧurmet tikaw
řûsya û şermesar û diłḧezîn û têşkaw
’aydî eltafe bê payanekey tom hîmmetê
ger be řindî û ’aşiqî û mestî û xirapî şuhrebim
ya be bedkarî û qebaḧet bedtirî em şehrebim
bê nesîb û şarbeder bê cê û seray em dehrebim
ger wekû tahîrNasnava edebî le dinya û axîret bê behrebim
gyanfîday nałe û neway dêwanekey tom hîmmetê