emşew be řastî şewî min řojî řoşne

îqtibas le ẍezelî: se’dî şîrazî
Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  829 Dîtin
emşew be řastî şewî min řojî řoşne
basî wîsałî yare, demî mergî dujmine
sirwey beheşte ya ke şiney diłřifênî baẍ
bênî xoşî henaseye ya ’etrî ladene
key xoşewîste wek leş û gyanit be lamewe
ew çaw û gyan û hêz û twane ke hî mine
bo lat milim dehênim û debîsim qiset be dił
ta dił xezênedarî ziřî gwê û gerdine
to şahî ḧusnî sêberî xot kem meke le min
her cê ke xermenêke hezarêkî gułçine
dûrim le to le deştî fîraqa be tengidłî
dinya be lamewe her ełêy çawî sûjne
tahîrNasnava edebî be destî şewqewe řizgarî esteme
bo to hemîşe berhemî diłşkandne